YPJ: Em ê bi rihê Newrozê Efrînê rizgar bikin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê der barê Berxwedana Seredemê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku berxedana li Efrînê saleke xwe temam kiriye, ev salek e li dijî dagirkeriyê gelê Efrînê li ber xwe dide û heta ku tevahiya xaka Efrînê rizgar nekin, têkoşîna wan naqede.

YPJ: Em ê bi rihê Newrozê Efrînê rizgar bikin
18 adar, 2019   07:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî Berxwedana Serdemê ku îro (18’ê Adarê) saleke xwe temam dike, daxuyaniyek weşand. YPJ’ê di daxuyaniya xwe de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn û destnîşan kir ku dê xaka Efrînê bi tevahî ji artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were rizgarkirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Berxwedana Serdemê, bi bedenên xwedî rihên azad, bi dilên xwedî evînên mezin, bi seknên berxwedêr û fedaî, di dîroka gelên Sûriyê de hate nivîsandin. Berxwedana destanî ya ku kêlî bi kêlî, bihost bi bihost bi xwîna şehîdan hate nivîsandin, di 18’ê Adarê de salek li pey xwe dihêle. Ev berxwedana ku xwedî karekterê Egîdî ye, bi rihê Newrozê careke din meşaleya agirê Kawayê Hesinkar hat bilindkirin û zarokên vê xakê soza tolhildanê da gelê xwe. Di şexsê hevrêyên me yên ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî sekinînin û bûne pêtên ji agir em tevahî, şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyê bi rêzdarî bi bîr tînin soza tolhildana wan, careke din li hemberî gelê fedakar û gelê Efrînê nû dikin. 

Dagirkirina li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê sala xwe yekemîn tijî kir. Dewleta Tirk bi hevkariya hêzên nevneteweyî êrîşî Efrînê kir û di şexsê gelê me yê Efrînê de xwest plana qirkirinê, guhertina demografyayê bixe meriyetê. Ev plangeriyeke berfireh bû, armanc ji vê planê tunekirina şoreşa gelên Sûriyê bû. Li hemberî vê plangeriyê, di serî de gelê me yê Efrînê û tevahî gelê Bakurê Sûriyê di eniya berxwedanê de cih girtin û bertekek mezin li hemberî vê dagirkirinê raber kirin. Di roja îro de ev plangeriya dewleta Tirk û hevkarên wî hîna bi dawî nebûye. Ev hişmendiya dewleta Tirk îro li ser aramiya gelên herêmê metirsiyeke mezin e. Dijminahiya dewleta Tirk ne tenê li hemberî gelê Kurd e, li hemberî tevahî gelên Sûriyê û herêmê ye. Li hemberî vê hişmendiya tirkitiyê û xeyalên Osmaniya nû rêya yekane, hevgirtina gelan ya li ser prensîbên demoratîk û avakirina netewa demokratîke. Newroz di dema xwe de bi hişmendiya yekitiya gelan bûye Newroz. Ev sal ji her demê zêdetir guncaw e ji bo hevgirtina gelan û yekitiya jinên Rojhilata Navîn, li hemberî dagirkeriyê.    

Dewleta Tirk, ji roja ku alozî li Sûriyê dest pê kir û heya niha bi îtifaq û rêbazên cur bi cur cihê xwe di kûrkirina hebûna pirsgirêk û krîzên ku bi taybet di Sûriyê de rû didin de girt. Têkiliya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê re, di encama gelek belgeyan de hate eşkerekirin. Îro çeteyên ku dewleta Tirk desteka mezin didayê, kom bi kom xwe radestî hêzên me dikin. Gelek ji wan têkiliya DAIŞ û dewleta Tirkiyê bi hev re çi qas xurt e, bi awayekî eşkere radixin ber çavan.

Dibe di warê cografîk de, niha Efrîn di bin dagirkirina çeteyên hov ên dewleta Tirk de ye. Lê vê êrîşa dagirker nikarîbû vîna gelê Efrînê û şervanên wê teslîm bigire. Gelê Efrînê, bi biryardariyeke xurt, bi bawerî û hêrseke mezin sekna gelê berxwedêr ji bo xwe kir bingeha berxwedanê. Îro gelê me bi heman ruhî û hêviyê li Şehbayê berxwedana xwe didomîne. Tevî hemû şertên zor û zehmet jî gel gavek ji berxwedana xwe bi paş de neavêt.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) baweriya xwe ya şerkirin û serkeftinê, çavkaniya xwe ya moral û hêzê ji şehîdên xwe û gelê xwe digirin. Şehîd Avesta, Karker, Barîn, Amargî, Rosyar, Tekoşîn Botan, Zîlan Efrîn, Avşîn, Rohenda, Bêrîtan, Jîn, Viyan Kobanê, Cudî, Deniz, Hêlîn Qereçox, Polat û Îlanan bi seknên xwe yên bibiryar, bi rihê fedaî, bi girêdana xwe ya axê ji me re da nîşandan ku rêya serkeftinê bi tekoşînê û rêya tekoşînê bi bedelên herî giran pêkan e. Em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi hêrsa tolhildana wan bibîrtînin. Bersiva me ji bo tevahî şehîdan û gelê me wê bibe rizgarkirina Efrînê.

Li ser wê bingehê em careke din şehîdên Berxwedana Serdemê bi rêzdarî bi bîr tînin, gelê me yê ku di Berxwedana Serdemê de bû mertal û gihîşte şehadete, em minetdariya xwe tînin ziman û bejna xwe li ber ditewînin. Em soz didin gelê xwe, soz didin gelê Efrînê û dibêjin heya ku em bihost bi bihost xaka Efrînê rizgar nekin, wê têkoşîna me berdewam bike.”

ANHA