‘Pêvajoya nû şerê li dijî îdeolojiya DAIŞ‘ê ye’

Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê gotin: “Çeteyên DAIŞ‘ê li Baxozê nefesa dawî distînin. Piştî têkçûna DAIŞ‘ê divê em têkoşîna li dijî îdeolojiya wê ya tundraw bidin destpêkirin."

‘Pêvajoya nû şerê li dijî îdeolojiya DAIŞ‘ê ye’
18 adar, 2019   05:18

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ‘ê ku gelek herêmên  Iraq û Sûriyê dagir kiribûn, kuştin û fikrê xwe yê tundraw belav kiribûn. Niha jî DAIŞ bi destê QSD‘ê li gundê Baxozê yê Dêrazorê nefesa dawî distîn.

Derbarê têkçûna DAIŞ û pêvajoya piştî wê rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê nêrînên xwe bi ajansa me parve kirin.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran Siûd Miêş spasiya QSD‘ê kir û wiha got: “Dîrok dê her tim serkeftinên QSD‘ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi bîr bîne.”

Miêş, da zanîn ku çeteyên DAIŞ‘ê li Baxozê kêliyên xwe yên dawî dijîn û wiha pê de çû: "Piştî têkçûna DAIŞ di aliyê erdîngariyê de, divê em pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Ev pêvajo jî têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ’ê ya tundraw e. Wan îdeolojiya xwe di mejiyê zarok û şêniyên herêmên ku dagirkiribûn de çandibûn.”

Miêş, her wiha destnîşan kir ku pêvajoya şerê li dijî îdeolojiya DAIŞ‘ê pêvajoyeke hestiyar e û got: "Divê em zarokên xwe yên ku fikra DAIŞ’ê di serê wan de hatiye çandin, li ser fikrê demokrasiyê perwerde bikin. Em rewşenbîr ev erka me ya sereke ye, wekî çawa me DAIŞ têk bir, em ê şaneyên wê yên veşartî jî tine bikin."

Rêveberê Yekîtiya Rewşenbîran ê navçeya Dirbêsiyê Ekrem Derwîş jî ev tişt got: "Wêne û dîmenên ku ji Baxozê tên diyar dike ku DAIŞ têk diçe û QSD bi ser dikeve.”

Derwîş diyar kir ku ku têkçûna fikrê DAIŞ‘ê tiştekî ne hesan e û got, zarok û kesên ku li ser fikrê DAIŞ‘ê mezin bûne, divê perwerdeyên xurt re derbas bibin. Ekrem Derwîş di dawiya axaftina xwe de spasiya QSD, YPJ û YPG‘ê kir ku DAIŞ têk birin û herêmê diparêzin.

(şx)

ANHA