ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.03.2019
18 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Îro 18`ê Adarê salek li ser dagirkirina Efrînê ji hêla Trikiyê û çeteyên wê derbas dibe. Ji bo şermezarkirina wê rojê û tekezkirina berxwedanê heya derxistina dagirkeriyê ji Efrînê, li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên protestoyî tevî daxuyaniyan li dar dikevin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Çand û Hunerê ya navçeya  Dirbesiyê bi boneya Cejna Newrozê şahiyekê  ji zarokan re li dar dixe saet 11:00`n.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rewşenbîrên navçeya Dirbesiyê diyar kirin ku çeteyên DAIŞ`êli Baxozê nefsên xwe yên dawîn distînin û got: Piştî têkçûna DAIŞ`ê divê qonaxek nû destpê bike, qonaxa şerê hişmendiya DAIŞ`ê yak u di nav zarokan  şêniyan de çandiye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Kobanê têkçûna DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newrozek nû hesibandin. Her wiha tekez kirin ku ew amade ne Cejna Newrozê bi moralek bilind pîroz bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Di ser dagirkirina Efrînê re salek derbas bû. Rapor û çavdêriyên der bare rewşa Efrînê de behsa gelek binpêkirinên mirovî dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Dayîkên Efrînê deteyên an jî kêliyên derketina ji Efrînê di encama dijwarbûna êrîşên dagirkeriya Tirk de li ser Kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de vedibêjin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi navê ola îslamê cilên reş li jinên Efrînê ferz kirin. Hemû mafên wan ên jiyanê binpê kirin. Her wiha di bin vê perdeyê de gelek sûc li dijî jinan pêk hatin. Salek di ser dagirkirina Efrînê re derbas bû û li heberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Piştî bilindbûna pêlên koçberiyê ji tevahiya herêmên Sûriyê bi taybet gundewarê rojhilatê Dêrazorê, hejmara niştecihên kampa Ebû Xeşeb bûye du qat.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê hizimbûna axê li herêmê wekî karîsatekê bi nav kir û xwest ku ev rewş di ber çavan re bê derbaskirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA