Asayîşa Iraqê wesayita YBŞ’ê gulebaran kir

Wesayitek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dema di nuqteya asayîşa Iraqê re derbas dibû, ji aliyê asayîşa Iraqê ve hat gulebarankirin.

Asayîşa Iraqê wesayita YBŞ’ê gulebaran kir
17 adar, 2019   20:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Roj News’ê di saetên êvarê de wesayitek YBŞ’ê di nuqteya Asayîşa Iraqê ya herêma Tirbika a girêdayî bajaroka Sinunê ya Şengalê re derbas bû. Di dema derbasbûnê de endamên Asayîşa Iraqê wesayît gulebaran kir.

Derbarê encamên êrîşê de agahiyên zelal nehatin bidesxistin.

Çav li rê ye ku Fermandariya YBŞ’ê derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide raya giştî.