Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û Girkê Legê cenazeyê şervana YPJ`ê Avrîn Amanos bi rastnav Eliye Erneb li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin
Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin
Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin
Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin
Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin
Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin
Li Dêrikê Şehîd Avrîn Amanos hat oxirkirin
17 adar, 2019   15:22

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û Girkê Legê ên girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervana YPJ`ê Avrîn Amanos bi rastnav Eliye Erneb li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin. Şêniyên navçeya Dêrikê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî cenazeyê Şehîd Avrîn Amanos ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Torenek leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG`ê ve hat lidarxistin. Paşê yek ji fermandarên YPJ`ê Nûcan Xêrkî axivî û got: "Em bejna xwe li ber fedakariya şehîdan ditewînin. Bi saya wan gelê me û mirovahî ji komên terorîst rizgar bûn."

Nûcan Xêrkî gotinên xwe bi sozdayîna şopandina rêya şehîdan bi dawî kir.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Dêrik axivî û destnîşan kir ku bi saya fedakariyê şehîdan gel ji pergalên zodest û hovantirîn rêxistinên terorê yên li cihanê rizgar bûn.

Piştî bidawîbûna axaftinan bawernameya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Her wiha di merasîmê de dayîka Şehîd Cela Erneb axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Cela tekez kir ku ew ê heya rizgarkirina Efrînê asta têkoşînê mezin bikin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nav tillîliyên dayîkan  û dirûşmeyên silavkirina şehîdan de spartin axê.

(şx)

ANHA