Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin

Kurdên Japonyayê û dostên wan Cejna Newrozê ya 2019`an pîroz dikin.

Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin
Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin
Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin
Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin
Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin
Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin
17 adar, 2019   14:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Kurd a Japonyayê bi boneya Cenja Newrozê îro li parka Kîcasî ya girêdayî şaredariya Ûrawa ya elyaleta Sayîtma li herêma Tokyayê mezin şahiyek li dar xistin.

Qada şahiyê bi alên YPG, YPJ û pankartên bi nivîsên Newroza we pîroz be, bi her du zimanên Kurdî û Jaboyayî hate xemlandin.

Derdora 2 hezar Kurdên li Japonyayê û dostên wan tevî endamên şaredarî, mecilsên herêmî û hindek dazgehên çapemeniyê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de sekreterê komeleya Kurd a Japonyayê Weqas Colak, Heyva Sor a Kurd, Komeleya Dost a Kurdistanê-Japonyayê,  komeleya xwendekarên Kurd axivîn. Axaftvanan cejna Newrozê  li tevahiya gelê Kurd pîroz kirin. Her wiha bal kişandin ser siyasetên AKP`ê yên li dijî Bakurê Sûriyê.

Her wiha hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim bi rêya Skypeyê beşdarî şahiyê bû û cejna Newrozê li Kurdên Japonyayê pîroz kir. Salih Muslim îşaret bi rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftinên QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê kir.

Piştre beşdaran xelekên govendê li ber stranên gelêrî û şoreşgerî yên Kurdî gerandin.

Ev 15 salin ku Kurdên li Japonyayê Cejna Newrozê pîroz dikin.

(şx)

ANHA