Li herêmên “bêçek” şer didome

Li herêmên "bêçek" binpêkirin didomin, li bejahiya bakurê Hemayê gelek binpêkirin çêbûn.

Li herêmên “bêçek” şer didome
17 adar, 2019   14:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku Hêzên Rejîmê îro sibehê li herêma  "bêçek" bi topavêjan derdora bajaroka Morik li bakurê bejahiya Hemayê topbaran kir. Ji şeva Şemiyê ve hata îro li herêmê bêdengiyek hebû.

 Ajansa Sana ya ser bi Rejîmê got ku hêzên Rejîmê yên li bejahiya bakurê Hemayê derbeyên giran li tevger û civindina komên terorîst xistin.

Her wiha ajansê wiha dewam kir: "Yekîneyeke ji artêşê li Hemayê bi tangan derbe li cihên rêxistina Cebhe El-Nusra û komên terorîst ên girêdayî bajarokê Kela El-Mudîq li bejahiya bakurê El-Siqîlibiyê xist. Di encamê de zirarên mezin gihiştin terorîstan.”

Binpêkirinên li herêmên "bêçek" dewam dikin. Di wexteke ku nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser Idlibê de hene, ev yek hişt ku Lavrov cara duyemîn serdana xwe li Tirkiyê taloq bike. Her wiha şandeyeke leşkerî ya Îranî îro berê xwe da Sûriyê da ku hevdîtinan bi Rejîmê û aliyê Iraqê re pêk bîne.

(jo)