Hêzên Iraqê bersiva êrîşa DAIŞ’ê da

Hêzên Iraqê bersiva êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê El-Denadîş a girêdayî parêzgeha Huweyca ya başur rojavayê Kerkûkê da. Di navbera çete û hêzên Iraqê de şer derket û du leşkerên Iraqî birîndar bûn.

Hêzên Iraqê bersiva êrîşa DAIŞ’ê da
16 adar, 2019   15:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ji Someriye NEWS’ ê re ragihand ku hêzên Iraqê bersiva êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê El-Denadîş a girêdayî parêzgeha başur rojavayê Kerkûkê dane. Di navbera çeteyan û hêzên Iraqê de şer derket û di encam de 2 leşker birîndar bûn.

Li rex wê jî fermandarê operasiyonan ê ragihand ku  serçeteyê bi navê Sebah Nûrî Ebas ku berpirsê rêveberî û leşkerî wîlayeta bi navê Bakurê Bexdayê ya li herêma Bin Sîna li El-Tarmiyê ye hate kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê dem demê hêzên ewlehî, Heşid El-Şeibî û sivîlan li herêmên ku ji destê wan hatine rizgarkirin dikin hedef. Her wiha hêzên hevbeş ên Iraqê operasiyonên xwe li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên veşartî didomînin.

(fr)