Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin

Bi hezaran şêniyên Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şervanekî YPG`ê û endamekî Hêzên Xweparastinê oxir kirin. Her wiha nasnameya şervaneke YPJ`ê ku li Efrînê şehîd bûbû, hate eşkere kirin.

Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekê hat eşkerekirin
14 adar, 2019   15:14

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Xwepastinê Fadî Hesen û şervanê YPG`ê Şiyar Mihemed (Cegerxwîn Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê li Dêrazorê şehîd bûne oxir kirin. Cenazeyên şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê hatin wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê yê girêdayî bajarê Hesekê ve ketin rê.  

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Şervanên YPJ/YPG’ê û Hêzên Xweparastinê toreneke  leşkerî lidar xistin. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Ezîza got, ew ji bo jiyana azad û wekhev her tim li ber xwe didin. 

Piştre yek ji fermandarên QSD’ê Şiyar Hesekê axivî û diyar kir ku şehîdan ji bo mirovahiyê û jiyana hevbeş canê xwe feda kirin.

Şiyar Hesekê soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Heta tinekirina hemû hêzên terorîst ên li herêmê em ê şer bikin.”

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhan Dawid jî got: “Çeteyên DAIŞ`ê xeteriyê li ser tevahî cîhanê çêdikin, bi saya têkoşîna şervanên YPJ/YPG`ê û QSD`ê çete ber bi têkçûnê ve diçin. Em hemû pêkhateyên Hesekê ne. Di bin banê biratiya gelan û netewa demokratîk de dijîn. Tu kes nikare îradeya gelê me têk bibe."

Her wiha di merasîmê de nasnameya şervana YPJ`ê Zîlan Qenber (Roksîn Amed) ku li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû, hat eşekere kirin.

Paşê bawernameya şahadeta her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan jî diyar kirin ku ew bi şehadeta zarokên xwe ser bilindin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di dawiyê de cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA