Li Ezazê ajanek hat cezakirin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku wan çeteyê bi navê Mehmûd Ebû Stêf piştî ku li xwe mikur hat ku danûstandina wî bi istixbarata Tirkiyê re heye, înfaz kirine.

Li Ezazê ajanek hat cezakirin
14 adar, 2019   14:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê îro girêdayî infazkirina ajanekî istixbarata Tirkiyê li bajarê Ezazê daxuyanî da.

Xezeba Zeytûnê di daxuyaniyê de got çeteyê bi navê Mehmûd Ebû Stêf ji herêma Sehil El-Xab a bajarê Hemayê ye û li gel istixbara Tirkiyê hatiye perwerdekirin.

Daxuyanî wiha ye;

“Şervanên me di demên dawî de asta çalakiyên li dijî dagirkeran bilind kirine. Dewleta Tirk jî ji bo cihê şervanên me tespît bike, ajanan bi kar tîne.”

Ji wan ajanan çeteyê bi navê Mehmûd Ebû Stêf ê ji bajarê Hemayê yê herêma Sehil El-Xab e. Gelek caran hewl da xwe nêzî şervanan bike û wan bixapîne. Lê hate girtin û di lêpirsanê re derbas bû. Di 13’ê Adara 2019`an de li bajarê Ezazê li xwe mikur hat ku di gel istixara Tirkiyê kar dike. Piştî mikurhatina wî ew hat înfaz kirin.

Wek Odeya Çalakiyan a Xezaba Zeytûnê em wan xayinan hişyar dikin û ji wan re tekez dikin ku hewldanên wan eşkere ne û dê cezayê xwe bigirin. Her wiha em tekez dikin ku çalakiyên me heya ku ji nû ve dadgehên sivîl li Efrînê ji aliyê şêniyên wê yên resen ve werin avakirin dê berdewam bikin.”

(şx)

ANHA