Sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî re hat xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî endamê Hêza Xweparastinê, re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Ata Ellah Alî re hat xwestin
14 adar, 2019   14:40

QMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Lelê, Çil Axa û Til Koçer berê xwe dan navçeya Til Koçer û sersaxiyê ji  malbata endamê Hêza Xweparastinê şehîd Ata Ellah,  re xwestin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasimê de yek ji fermandarên YPG`ê Şengal Til Koçer axivî û wiha got: “Li ku zordarî hebe, em li wir in. Em ê şopdarê rêya şehîdan bin. Şehîdên me ronahiya rêya me ne, em bi wan ber bi rêka azadî û rûmetê ve diçin. Di bin vî konî de em silavekê ji hevalên xwe yên li gundê Baxozê di eniyên şer de ne dişînin. Ew qehremanên bi soza xwe ve girêdayî ne û li dijî zordariyê radiwestin.”

Paşê endama Kongreya Star Xalîde El-Selama axivî û got:"Bi saya şehîdan em gihaştin pêngava dawîn a şerê têkbirina çeteyan. Şehadeta şehîdan sembola serbilidî û rûmetê me ye. Em  bi qehremaniya wan serbilind bin.”

Merasîma sersaxiyê bi xwendina bawernameya şehîd Ata Ellah Alî hat xwendin û radestî malbatê wî hat kirin.

Merasim bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

ANHA