Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyên şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Abdulbarî Mehyele û Qusey Ebû li goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê spartin axê.

Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Til Hemîsê hatin oxirkirin
14 adar, 2019   14:19

QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo û malbatên şehîd Qusey Ebû (Sincar Til Heymer) û Abdulbarî Mehyele (Kadar) ên ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê, Şerê Tunekirina Terorê li bejahiya Dêrazorê şehîd bûbûn oxir kirin. Şêniyan her du şehîd  ji pêş Meclisa Qamişlo wergirtin, bi konvoyekî girseyî ber bi goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve birin. Bi sedan şêniyên navçeyê pêşwaziya konvoyê kirin.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan danîn ser milên xwe û birin goristanê. Merasimê bi toraneke leşkerî ya ji hêla şervanên YPG, YPJ û QSD’ê ve hat lidarxistin, destpê kir. Di merasimê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan ê Til Hemîsê Mihemed Xilyewî û yek ji fermandarên QSD’ê yê ê navçeya Til Hemîsê Ronak Tirbespiyê axivîn.

Axêveran tekez kir ku her du şehîdan ji beriya ku şehîd bikevin dirûşmeya ‘Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd’ berz kiribûn û her du şehîd xwedî li soza xwe derketin. Her wiha axêveran sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Axêveran şervanên QSD’ê yên ku di eniyên şer de li berxwe didin silav kirin.

Piştre bawernameyên şahadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan di nava tilîliyan de spartin axê .

 (fr)

ANHA