YE’ê ji bo jinûve avakirina Sûriyê şert danî

Nûnera Yekîtiya Ewrupayê ya karûbarên derve û siyasî Frederica Mugrini ji bo ku YE pereyên pêwîst bide hewldanên jinûva avakirina Sûriyê, xwest hewldanên siyasî yê çareseriya aloziya Sûriyê, bêne destpêkirin.

YE’ê ji bo jinûve avakirina Sûriyê şert danî
14 adar, 2019   14:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera bilind a YE`ê ya karûbarên derve û siyasî Frederica Mugrini îro ragihand ku YE`ê ji bo amadekirina peydakirina pereyên pêwîst ji bo jinûva avakirina Sûriyê û nîqaşkirina vê yekê bi Banka Navnetewî re amade ye, dema ku çalakiyên siyasî li Cinêvê destpê bike.

Frederica Mugrini beriya kongreya piştgiriya Sûriyê li Brukselê ji dezgehên çapemeniyê re diyar kir ku YE ji bo komkirina pereyan amade ye û bi Banka Navnetewî re dest bi kar kirine. Dema ku çalakiyên siyasî li Cinêvê destpê bikin, dê ew jî dest bi kar bikin.

Her wiha Mugrini got ku ew hêvîdarin kongeya piştgiriya Sûriyê dê nîşaneyeke rast ji girîngiya destpêkirina Cinêvê re diyar bike.