Cesûr Amûdê: Me plana Tirkiyê ya avakirina împaratoriya DAIŞ’ê têk bir

Fermandar Cesûr Amûdê di bin konê sersaxiya şehîd Reşad Elî de tekez kir ku dagirkeriya Tirk hewl dida armanc û xewnên xwe yên avakirina împaratoriya Osmanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çeteyên DAIŞ’ê pêk bîne. Lê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) xewn û plana wê têk bir.

Cesûr Amûdê: Me plana Tirkiyê ya avakirina împaratoriya DAIŞ’ê têk bir
Cesûr Amûdê: Me plana Tirkiyê ya avakirina împaratoriya DAIŞ’ê têk bir
Cesûr Amûdê: Me plana Tirkiyê ya avakirina împaratoriya DAIŞ’ê têk bir
Cesûr Amûdê: Me plana Tirkiyê ya avakirina împaratoriya DAIŞ’ê têk bir
14 adar, 2019   13:55

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê herikîn bin konê sersaxiyê yê Reşa Elo. Reşda Elo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û di 11’ê Adarê vê mehê de di encama krîzekê de şehîd bû. Konê sersaxiyê li pêş malbata şehîd li gundê Dawîdiya Biçûk ê Zirkanê hat vedan.

Di merasîma sersaxiyê de bi dehan endamên sazî û navendên sivîl ên li bajêr, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPG, YPJ’ê û QSD’ê beşdar bûn.

Di bin konê sersaxiyê de fermandarê QSD’ê Cesûr Amûdê axivî û sersaxiya ji malbata şehîd Reşad Elo û hemû şehîdên azadiyê re xwest. Her wiha Cesûr Amûdê destnîşan kir ku di çend rojên pêş de dê mizgîniyek şadî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê re bê ragihandin. Mizgînî ew e ku QSD’ê şerê mezintirîn û xetertirîn terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û têk bir.

Cesûr Amûdê wiha lê zêde kir: "Bila gelê me bizanibe ku ne tenê şerê DAIŞ’ê dihat kirin, lê belê şerê hemû planameyên dagirkeriya Tirk di bin navê DAIŞ’ê de dikir û me plana dagirkerê faşîst a Tirk careke dîtir têk bir."

Di dawiyê de Cesûr Amûdê îşaret pê kir ku dagirkeriya Tirk hewla armanc û xewna avakirina împaratoriya Osmanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çeteyên DAIŞ’ê dikir, lê QSD’ê ew xewn û plan têk bir.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan û meşandina li ser şopa wan bi dawî bû.

(fr)

ANHA