Ji Rêveberiya Xweser xebat û biryarên girîng

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê xebat û tedbîrên ku di hefteya derbasbûyî de kirine, eşkere kirin.

Ji Rêveberiya Xweser xebat û biryarên girîng
14 adar, 2019   13:53

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê beşdarî civînê bû û xebatên rêveberiyê di hefteya derbasbûyî de diyar kirin.

Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê di daxuyaniyê de got Rêveberiya Xweser gelek biryarên girîng der barê aliyên tenduristî, perwerde û çapemeniyê de li herêmên Rêveberiya Xweser dane.

Di nav biryarên ku hatine girtin de, Rêveberiya Xweser piştî civîna xwe bi hevserokên Komîteya Tenduristiyê û hevserokên heyetê, dermanxaneyên navendî ji aliyê yekitiya dermanxaneyan li bajaran vekin.

Her wiha di aliyê perwerdeyê de, Meclisa Rêveber fonên mamosteyan li rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin. Luqman Ehmê di daxuyaniyê de diyar kir ku Meclisa Rêveber a Rêveberiya  Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 7 rêveberiyan biryar da ku Gerînendetiya  Sotemeniyê li hemû bajaran bê vekirin da ku sotemeniyê ji şêniyan re peyda bikin.

Ehmê di daxuyaniyê de diyar kir ku reşnivîsa sîstemên hundirîn a 10 desteyan a Meclisa Rêveber ji aliyê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ve hate erêkirin.

Her wiha di aliyê çapemeniyê de, di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civîna asayî di navbera Buroya Ragihandinê û buroyên nûnerên 7 rêveberiyan de du biryar hatin dayîn.

Yek ji biryaran ku malperên Facebookê yên nûçeyan bên rûxsetkirin, li gorî daxuyaniyê sedema vê biryarê ev e ke gelek hesabên Facebookê yên nûçeyan ku nûçegihanên wê hene û bê rûxset kar dikin lê tu qanûnên rêxistinkirina wan tune ne û gelek kes li şûna malperên elektronîk, di ragihandina hesabên Facebookê de kar dikin. Ji ber vê yekê rûxsetkirin dê karê nûçegihanên van malperan hêsantir bike.

Biryara duyem ew e ku yekkirina risûmên (pere) rûxsetkirina malperên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , ji ber risûmên rûxsetkirina malperên ragihandinê ji hev cuda ne, ev yek jî tevlihevî û newekheviyê derdixe holê, her wiha ji bo ku tevlihevî di risûmên de pêk neyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kongre, kongreya asayî ya yekemîn e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şîrovekirina kar û biryaran ku di vê hefteyê de hatine dayîn, li dar dixe.

(jo)

ANHA