Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê heta pêkanîna armanca Leyla û hevalên wê piştevaniyê bidomînin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, ji bo piştgiriya parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku ev 127 roj e di çalakiyê greva birçîbûnê de ye, meşek li dar xist.

Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê heta pêkanîna armanca Leyla û hevalên wê piştevaniyê bidomînin
Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê heta pêkanîna armanca Leyla û hevalên wê piştevaniyê bidomînin
Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê heta pêkanîna armanca Leyla û hevalên wê piştevaniyê bidomînin
Şêniyên Dirbêsiyê: Em ê heta pêkanîna armanca Leyla û hevalên wê piştevaniyê bidomînin
14 adar, 2019   13:28

HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê, ji bo piştgiriya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, hevalên wê yên di çalakiya greva birçîbûnê de û redkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji ber Navenda Ciwanan a li navçeyê bi beşdariya hejmareke mezin ji şêniyan û endamên saziyan dest pê kir. Beşdaran pankartên bi nivîsên "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komployê têk bibin û em ê bi rêber Abdulah Ocalan re azad bijîn", wêneyên parlamentera HDP`ê Leyla Guven û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. 

Beşdaran bi sloganên “Na ji tecrîdkirina Ocalan re” û “Bijî berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê”, ji kolanên sereke yên navçeyê ber bi qada azadiyê ve meşiyan.

Paştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclisa Dirbêsiyê  Abdullah Şêxika axivî û wiha anî ziman: "Em îro di pêngaveke dîrokî de dijîn ku ew jî pêngava têkbirina DAIŞ`ê ye. Di demên ku QSD`ê serkeftinan pêk tîne û hemû planên dijminan binpê dike."

Şêxika bal kişand ser ku wek şêniyên navçeya Dirbêsiyê ew ê di piştevaniya Leyla Guven de, hata bidestxistina armanca wê û armanca hemû kesên di çalakiya greva birçîbûnê de, berdewam bin. Abdullah Şêxika di dawiya axaftina xwe de diyar ku armanca Tirkiyê ji tecrîdê, ew e ku derbeyê li fikrê demokratîk ê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  ên parastina hemû gelan ji bindestiyê bike, bixin.

Di dawiyê de meş bi sloganên “Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re” û “Bijî berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê” bi dawî bû.

ANHA