Li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Ezaz û Babê xwepêşandan

Ji duh ve xwepêşandan li bajarên Ezaz û Babê li dijî artêşa dagirker a Tirk, piştî topbarankirina Rûsyayê ya herêmên parêzgeha Idlibê, didomin.

Li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Ezaz û Babê xwepêşandan
14 adar, 2019   13:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêmên Ezaz û Babê yên ku ji hêla artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, li dijî dagirkeriya Tirk meşek li dar xist. Lê ew meş piştî topbarankirina Rûsyayê ya herêmên Idlibê û bikaranîna madeya fosfora spî, li dar ket. Her wiha çalakger dibînin ku Tirkiyê bi Rûsyayê re ji bo vê yekê li hev kiriye. Her wiha Rûsyayê diyar kir ku da ku herêmê topbaran bikin bi Tirkiyê re koordîne çêkiriye.

Şênî di çalakiyên xwe de daxwaza rawestandina bombebarana li ser sivîlên Idlibê dikin.

Çavkaniyan ji ajansa me ANHA’yê re wêneyên xwepêşandana li bajarê Ezazê ya şeva din a li dijî dagirkeriya Tirk şandin.

(fr)