Fermandarên Tirkiyê û Heyet Tehrîr El-Şam li hev dicivin

Piştî hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de, Tirkiye hewl dide hebûna El-Qaîdeyê li Idlibê rewa bike. Hate zanîn ku îro fermandarên artêşa dewleta Tirk û yên Heyet Tehrîr El-Şam dê li Hatayê ya Tirkiyê li hev bicivin. 

Fermandarên Tirkiyê û Heyet Tehrîr El-Şam li hev dicivin
14 adar, 2019   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi guhertinên bingehîn ên hevpeymanên Tirkiye û Rûsyayê, Tirkiyê hewl dide hebûna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhe El-Nusra ya berê) li parêzgeha Idlibê, rewa bike. Tirkiyê dixwaze bi rêya Ceyş El-Wetenî ya ku ji aliyê wê ve hatiye avakirin, Heyet Tehrîr El-Şam rewa bike.

Çavkaniyekî ji hundirê Idlibê ragihand ku îro seat di 14:00’an de civînek di navbera fermandarên Tirkiyê û fermandarên çeteyên Ceyş El-Wetenî li aliyekî û fermandarên ji Heyet Tehrîr El-Şam li aliyekî din, li bajarê Hatay ê Tirkiyê tê lidarxistin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyên artêşa Ceyş El-Wetenî ku li aliyê Tirkiyê hatiye avakirin, tevlêbûna Heyet Tehrîr El-Şam bi wan re red dike, piştî ku Tehrîr El-Şam bi sedan çeteyên wan li Idlibê kuştin û Heyet Tehrîr El-Şam hemû bejahiya rojavayê Helebê û piraniya parêzgeha Idlibê kontrol kir.

Ev pêngava Tirkiyê piştî hevpeymana ku di navbera wan û Rûsyayê de pêk hat û bombebarandina herêmên li rojhilatê rêya navneteweyî ya Heleb, Laziqiyê û Şamê.

Tirkiye her tim hewl dide li Idlibê hebûna E-Qaîdeyê bi rêya guhertina navê wê ji Cebhet El-Nusra, paşê Cebhe Feth El-Şam û paşê navê xwe yê niha Heyet Tehrîr El-Şam rewa bike.

(jo)

ANHA