‘Divê fikrên çeteyên DAIŞ`ê bi rêya biratiya gelan werin tunekirin’

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku têkçûna çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî û erdnîgariyê de nayê wateya ku tune bûne, ji ber ku hîn fikrên wan ên zilmkarî û terorîstî bi hindek kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hene.

‘Divê fikrên çeteyên DAIŞ`ê bi rêya biratiya gelan werin tunekirin’
14 adar, 2019   08:12

ESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji bo rizgrkirina bergeha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê didome. Bi vê yekê çeteyên DAIŞ`ê di erdnîgariya herêmê de têk diçin.

Şêniyên bajarê Hesekê bi hatina rizgarkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê şervanên QSD`ê ji çeteyên DAIŞ`ê, kêfxweşiya diyar kir.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Hesekê Salih Zobe diyar ku çeteyên DAIŞ`ê di aliyê leşkerî û erdnîgariyê de têk diçin, lê fikrên wan ên zilmkarî û terorîst hê jî di hindek kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, ew kesên ku wek şaneyên veşartî dixebitin û ev yek ji hebûna wan di aliyê leşkerî de xeternaktir e.

Zobe wih axivî: "Divê gelê me ji şaneyên veşartî yên li herêmê, hişyar be. Ew kes piştî ku armancên wan pêk hatin, bi awayekî veşartî tev digerin da ku binesaziya herêmê birûxînin."

Zûbe destnîşan kir ku tevî ku çeteyên DAIŞ`ê xetereyeke pir mezin li ser tevahî cîhanê çêdikir, lê hindek dewletan mîna rejîma Erdogan a faşîst destek dide wan ku aloziya Sûriyê dirêj bibe, her wiha got heta niha jî Erdogan destekê dide şaneyên veşartî yên terorîstan û wan perwerde dike.

Zobe di dawiyê de got rola Koalîsyona Navdewletî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de hebe lê rola sereke ya şervanên QSD`ê ye ji ber ew bi hêza li ser erdê şerê çeteyan dikin.

Xalid Ceber yek ji rêveberên Meclisa Kantona Hesekê ye û diyar kir ku têkçûna çeteyên DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de serkeftineke pir mezin e ji aliyê şervanên QSD`ê ve û wiha anî ziman: "Hêzên me tarîtî û fikrên desthilatdar li tevahî cîhanê têk birin. Lê fikrên terorîstên DAIŞ`ê li tevahî cîhanê belav bûne. Şerê fikrî dê dest pê bike. Xetereya vî fikrî li ser tevahî gelê me heye û divê em li dijî wê bisekinin."

Xalid Ceber di dawiyê de kêfxweşiya xwe bi têkçûna çeteyên DAIŞ`ê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em fikrên zilmkarî bi rêya perwerde, semînerên mirovî, hevgirtina di navbera gelan de û xurtkirina rola biratiya gelan li herêmê, tune bikin."

(bx)

ANHA