Dayikên Efrînê: Em hêz û israra berxwedanê ji hêzên xwe digirin

Dayikên ji Efrînê destnîşan kir ku vîn û israra xwe li kantona Şehbayê, ji lehengiya zarokên xwe yên şervan ên li Efrînê digirin û diyar kir ku çawa ku şervan li Efrînê hene, vegere wan jî nêzîk e.

Dayikên Efrînê: Em hêz û israra berxwedanê ji hêzên xwe digirin
14 adar, 2019   08:56

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Jinên Efrînê li dijî tundî û dijwartirîn êrîşan berxwedaneke dîrokî meşand. Sekna wan li hevrikî balafirên şer ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya 58 rojan bê westan û sarbûyîn nîşaneya berxwedana bêhempa ye. Di 18’ê Adara 2018’an de di encama êrîşkirina hovane, armancgirtina kevir, mirov û daran de şênî neçar man ku ji warên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê.

Li gel dilsoziya ji bo xaka Efrînê ku bi xwîna xort û keçên wê hatiye parastin, dayikên Efrînê bi cesaret û vîneke xurt li ber xwe dide. Li gel nêzîkbûna salekê di ser derbasbûna dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk dagirker ve, ajansa me ANHA’yê hevpeyvîn bi dayikên berxwedêr ên li Şehbayê dimînin re çêkirin.

Di vê derbarê de dayika bi navê Nebîha Sîdo wiha axivî: "Herêm rastî hovanetirîn êrîşên dagirkeriya Tirk hat. Balafirên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sivîl û deverên rihber dikirin armanc da ku neçar bimînin warên xwe berdin. Lê em li hember balafir û êrîşên wehşî radest nebûn û heta roja dîroka reş li ber xwe da."

Nebîha îşaret pê kir ku dema neçar mane ji kantona Efrînê derkevin, biryar dijwar bû û wiha da zanîn: "Lê belê jiyan di nava dagirkeriya Tirk a faşîst de dê diwartir bibûya, ji ber vê yekê me biryara derketinê da."

Ji aliyekî din ve jî dayika Almaz Bekir bal kişand ser ku berxwedan û lehengiya şervanan li Efrînê didome û darbeyên xurt li çete û leşkerên dagirkeriya Tirk didin. Almaz tekez kir ku bi rihê wan şervanan hêz û vînê bi dest dixin û ne mimkun e ku li hember binpêkirinên dagirker, siyaset û kiryarên destpotîk û şovenîstî lawaz bibin.

Almazê wiha domand: "Çi qas germahiya havînê bi hêz be û bahoza zivistanê gur be, em dev ji rêya berxwedanê û israra vegera Efrînê bernadin û dê ji kiryarên Tirkiyê yên qirêjî bê rizgarkirin. Bi zendên zarokên me û qurbaniyên şehîdên me, dê serî hildayî û ji teror û çeteyan rizgarkirî, vegerin Efrînê."

Dayika Xatûn Sadêq jî wiha lê zêde kir: “Me di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de tiştên herî biha ji bo parastina Efrînê da û li rex şervanên YPG û YPJ’ê sekinîn da ku li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Li ser vê biryarê bi israr in. Li beramberî terora Tirk radest nabin û Efrînê di nava lepên dagirkeran de nahêlin.”

Xatûn di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku ew bi hêz û vîna şervanên xwe bawer in. Heta rizgarkirina Efrînê dê li Şehbayê di nava kampên berxwedanê de li ber xwe bidin.

Ji aliyê xwe ve dayika Fatme Salêh jî wiha raber kir: "Li kantona Efrînê em bi ewle, aştî û biratî dijiyan. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên terorîst, êrîşan wan sepand ku jiyana hevbeş û ya biratiyê di nava şêniyên herêmê de dike hedef."

Li dawiyê Fatme diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk negihaştin armancên xwe û wiha pê de çû: "Îro li Şehbayê bi hev re li ber xwe didin da ku ji bo vê yekê bibin bersiv û bertek ji dijminên biratiya gelan re nîşan bidin. Hêz û vîna xwe ji şervanên xwe yên li Efrînê li dijî hebûn û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şer dikin, digirin.”

Hêjayî gotinê ye ku bi neçarmayîna derketina şêniyan re û destpêkirina qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Şehbayê, Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) çalakiyên leşkerî li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên terorîst pêk tîne û darbeyên giran lê dide.

(fr)

ANHA