Narîn Metinî: Divê hemû partî li gorî berjewendiyên gelê Kurd bin

Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanî Narîn Metinî partî û aliyên siyasî yên ku beşdarî civîna KNK-Rojava nebûne, rexne kirin û wiha got: “Divê hemû alî dev ji berjewendiyên xwe yên partiyetî û kesayetî berdin û li gorî berjewendiyên gelê Kurd bin.”

Narîn Metinî: Divê hemû partî li gorî berjewendiyên gelê Kurd bin
14 adar, 2019   07:39

EHMED MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanî Narîn Metinî di civîna ku roja duşemê li ser banga KNK-Rojava de hate lidarxistin, têkildarî nebeşdarbûna hin partî û hêzên siyasî yên Kurd di civîna berfireh a hêzên kurdî de, ji ajansa me re axivî.

Narîn Metinî di destpêka axaftina xwe de, partî û aliyên siyasî yên ku beşdarî civîna KNK-Rojava nebûne, rexne kirin û wiha berdewam kir: “Divê hemû alî dev ji berjewendiyên xwe yên partiyetî û kesayetî berdin û li gorî berjewendiyên gelê Kurd bin. Yekbûna Kurdan daxwaza gelê Kurd, şehîdan û hemû sembol û rêveberên Kurdan ên her çar parçeyan Kurdistanê bû, lewre diviyabû ku ew beşdar bibûna.”

Narîn di berdewama axaftina xwe de, ji partiyên siyasî yên ku beşdarî civînê nebûne, xwest di civînên din de beşdar bibin da ku hemû partiyên siyasî yên Kurd li Rojava bigihîjin nêrîneke siyasî ya stratejîk û projeyên ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û wiha domand: “Ji bo em bi awayekî mezintir parastina mafên gelê Kurd bikin û ji ber ku ev pêvajoya heyî ji me yekbûnê dixwaze, divê hemû aliyên ku beşdarî civînê nebûn, di civînên din beşdar bibin û nêrîna xwe bibêjin. Bi vî awayî mirov dikare parastina berjewendiyên Kurdan bike.”

Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanî, têkildarî erkên li ser milê partî û hêzên siyasî yên kurdî dikeve, ev tişt got: “Gelê Kurd her rastî qirkirin û sîtemkariyê dihat. Nexasim rêveberên gelê Kurd ku li ser destê dijminên gelê Kurd ku sûd ji xiyaneta hin aliyên siyasî yên kurdî digirin, dihat qirkirin. Ji ber vê yekê jî, divê em derfetê nedin dijmin ku xala me ya lawaz ji bo xwe bi kar bîne û her hewl bidin yekbûnê çêkin.”

Narîn Metinî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya piştgiriya partî û hêzên siyasî yên Kurd li tevahiya Kurdistanê ji bo hêzên leşkerî yên Kurd li herêmê û wiha got: “Îro gelê Kurd bi rêya hêza xwe ya leşkerî ku dikaribû mezintirîn rêxistinên terorê ya ji bo tevahiya cîhanê xeter bû, têk bibe, gelekî bi hêz e. Her wiha gelê Kurd xwedî projeyeke siyasî ye, dikare bersivê li hemberî planên navneteweyî bide. Ji ber vê yekê jî, divê hevgirtina xwe derdora hêzên xwe yên leşkerî û projeyên xwe yên siyasî zêde bikin da ku em gelê xwe ji qirkirinê biparêzin û mafê  wî di pêşerojê de mîsoger bikin.”

(kc)

ANHA