`Berxwedana Leyla Guven nimûneya berxwedanê ye`

Siyasetmedarên navçeya Girkê Legê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîdkirina fikrê demokrasî û biratiya gelan e û çalakiya Leyla Guven nimûneya berxwedanê ye.

`Berxwedana Leyla Guven nimûneya berxwedanê ye`
14 adar, 2019   08:02

LÎNA CENGÎZ – KELSÛMA ELÎ/ QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê de dewam dike. Gelê Kurd li Kurdistanê li dijî tecrîda giran di çalakiyên greva birçîbûnê de ne.

Siyasetmedarên navçeya Girkê Legê ji ANHA`yê re axivîn û teqez kir ku berxwedana Leyla Guven û hevalên wê nimûne ye ku divê her kes di çalakiyên xwe de pêk bîne.

Endamê rêveberiya Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdilhadî Ehmed got ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha dewam dike. Ehmed wiha got: "Tecrîda li ser rêber Apo parçeyek ji dewama komploya ku sala 1999`an e, heta niha jî ev Komploya Navneteweyî li ser rêber Abdullah Ocalan didome. Ji destpêka şoreşa Rojava ve komlo bilindtir bû, da ku nehêlin rêber Apo ji gel qut bike."

Ehmed li ser girêdana gelê Kurd û ramanên Ocalan wiha got: "Girêdana bihêz di navbera gel û rêber Abdullah Ocalan de hişt ku mînakên mîna Leyla Guven û hevalên wê di zindanên Tirkiyê de bikevin greva birçîbûnê da ku tecrîda li ser rêber Apo bê şikandin."

Ehmed destnîşan kir ku meha Adarê meha têkoşînê ye ji bo gelê Kurd û herêmê û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê Deham Emûka jî li ser tecrîdê û berxwdana Leyla Guven axivî. Emûka got tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binpêkirineke mezin e ji mafên hemû gelên bindest e û wiha pê de çû: "Ew komplo ne tenê li ser kesekî bû, ew li ser hemû gelên li Rojhilata Navîn e. Tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîda fikrê demokrasî û biratiya gelan e.”

Emûka bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kir û wiha got: "Bêdengiya cîhanê li hember tecrîda li ser rêber Apo ku bi saya felsefeya me dikaribû DAIŞ`ê têk bibin,  şermezar dikin."

Deham Emûka banga bilindkirina têkoşînê kir da ku tecrîda li ser Ocalan bê şikandin û berxwedana Leyla Guven û hevalên wê silav kir û wiha got: "Berxwedana Leyla Guven û hevalên wê nimûne ye ku divê her kes di çalakiyên xwe de pêk bîne."

(jo)

ANHA