Dilşêr, alîkariya kesên ku ew îşkece kirine dike

Yek ji fermendarên QSD`ê Dilşêr Hesen di dirêjahiya 3 mehan de di girtîgehên çeteyan de rastî îşkenceyê tê. Lê îşkenceyê ew ji mirovahiya wî dûr nexist. Ruxmî ku kesên ew  îşkence kirine nas dike jî, lê bi derketina çeteyan ji gundê Baxozê re alîkarî pêşkêşî wan kesan dike.

Dilşêr, alîkariya kesên ku ew îşkece kirine dike
Dilşêr, alîkariya kesên ku ew îşkece kirine dike
Dilşêr, alîkariya kesên ku ew îşkece kirine dike
14 adar, 2019   06:31

DIYAR EHMO/DÊRAZOR

QSD cenga xwe ya dawîn ji bo rizgarkirina sivîlên ku li gundê Baxozê asê mane didomîe. Bi rêya hêzên xwe yên taybet derbeyan li çeteyan dide. Ji şervanên ku niha şer dikin, fermendar Dilşêr Hesen e. Fermendar Dilşêr Hesen yek ji 9 şervanên ku QSD`ê piştî 3 mehan ji destê çeteyan rizgar kirine, ye.

Fermendarê meydanî Dilşêr Hesen di sala 1995`an de li Hesekê ji dayîk bûye û di 2011`an de bi destpêkirina şoreşa Rojava re tevlî YPG`ê bûye. Malbata fermendar Dilşêr Hesen malbatek welatparêz e û li ser fikra azadiya Kurdistanê û ji bo rizgarkirina gelê Kurd, mezin bûye.

Dilşêr ji destpêka tevlîbûna YPG’ê heya niha beşdarî gelek cengan bûye. Ji Dêrikê destpê bike heya Kobanê, Hesekê, Serêkaniyê, Til Temirê, Til Hemîsê, Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor û niha li Baxozê jorîn şer dike.

Dilşêr yek ji fermendarên meydanî yên YPG`ê yên herî pêşeng e. Piştî damezirandina QSD`ê, ji ber tecrubeya wî di şer de, têghiştina wî bi planên çeteyan û awayên qewirandin wan Dilşêr dibe yek ji fermendarên QSD`ê, di şerê Hecînê de jî pêşengiyê dike.

Di xeta yekemîn a pêngavê de li ser sînorên Iraq- Sûriyê, ji bajarokên El-Xeranîc ber bi sînorên Iraqê ve destpê dikir. Hêzê plan kir ku xetek dorpêçê ji zeviya El-Tenek heya bighêje sînorên Iraqê bi dirêjahiiya 70 km da ku çeteyan tengav bikin, ava bike. Di çend rojan de ji şerên dijwar di navbera QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan. Di encama tektîkên şer ên Dilşêr, hêzê karî wê xeta dorpêçê di dema di navbera 11`ê Îlonê heya 10`ê Cotmeha 2017`an de ava bike. Wê demê çeteyan bi armanca şikandina xeta dorpêçê êrîşên xwe dijwartir kirin û rewşa hawayê ya herêmê wê demê bi kar anîn.

Lê di dîroka 17’ê Sibata 2018`an de wê demê bahozek mezin li herêmê çêbû, çeteyan bi rêya erebeyên bombebarkirî tevî şandina bi dehan xwekujan karîn bighêjin xeta dorpêçê û  korîdora ku QSD`ê ji bo derxistina sivîlan vekiriye.

Dilşêr wiha qala wê êrîşê dike: “Min di  dema bahozê de hewl da ku xwe bighijînim eniyên pêşîn da ku piştgiriya şervanan bikim. Ji ber ku min dizanî çeteyên DAIŞ`ê dê rewşa hewayê bi kar bînin û êrîş bikin.”

Dilşêr destnîşan kir ku dema li ser nuqteyên hevalan digerî di nuqteyekê de nêzî korîdora ku ji bo derketina sivîlan vekiribûn li xeta temasê bi DAIŞ`ê re, çeteyan bi hejmarên mezin, erebeyên bombebarkirî û xwekujan bi cilên sivîlan êrîş kirin. Destpêkê çeteyên xwekuj xwe li nuqteyê diteqînin di encamê de hejmarek ji hevalan şehîd kirin. Di wê demê de Dilşêr dîl tê girtin. Ji ber ku Dilşêr yek ji fermendarên QSD`ê yên herî pêşeng e, piştî dîlgirtina Dilşêr, çete beyî ku pêşde biçin, vedikşin. Çeteyan Dilşêr di girtîgehên xwe de îşkence kirin. Dilşêr têkildarî dîlgirina xwe  wiha got: "Li ser îşkenceyê ez hişyar dibûm û min  xew dikir."

Piştî ku QSD`ê ya pêngava rizgarkirina Hecînê ji aliyê rojava ve, şerê Baxoz û Sûsê dan destpêkirin, Hêzên Taybet ên YPG`ê cihê Dilşêr tespit kirin. Dilşêr tevî 9 şervanên din di 17`ê Nîsana 2018`an de rizgar kirin.

Dilşêr piştî rizgarkirinê, ji bo ku tola hevalên xwe hilîne, carek din tevlî  pêngava Bagera Cizîrê bû. Wê demê dest bi operasyonên rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê kiribûn. Hêzên Taybet ên girêdayî QSD`ê bi hezaran sivîl û bi dehan jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Dilşêr diyar dike erka QSD`ê parastina mirovahiyê ye û ji bo wê şer dike.

Di cihê kombûna çeteyên DAIŞ`ê de yên ku xwe radestî QSD`ê kirine, fermendar Dilşêr dema çeteyekî ku lingê wî qut bûye bi eslê xwe ji Kazexistanê ye dibîne. Hema alîkariya wî dike û jê re kursiyekî tîne. Me ji Dilşêr pirs kir gelo çawa tu alîkariya kesên ku te îşkence kirine, dikî? Dilşêr wiha bersiva me da: “Rêgeza me li ser mirovahiyê ava bûye. Hemû heval li ser wê bingehê dimeşin da ku em ji cîhanê re xuya bikin ku em kî ne û ji bo çi li vir şer dikin."

(şx)

ANHA