ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14.03.2019
14 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Meclisa navçeya Dirbesiyê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşekê li dar dixe saet, 11:00. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Kobanê Kongreya xwe ya 1’emîn ji bo hilbijartina rêveberiyek nû ya partiyê li hola Newroz li dar dixe. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êlên Herêma Efrînê girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê panelekê orgenîze dikin, saet 13:00. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê daran li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur diçînin. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîs cenazeyê şehîd Ebdulbarî Silêman El-Berî û Qusey El-Ebû ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a navçeyê dispêrin axê  saet 12:00. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk li bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya têkoşer Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê orgenîze dikin, saet 10:00. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermendarê QSD`ê Dilşêr Hesen di dirêjahiya 3 mehan de di girtîgehên çeteyan de rastî îşkenceyê tê. Lê îşkenceyê mezinahiya mirovahiya wî têk nebir. Ruxmî wê, ew alîkariya kesên ku ew êşkence kirine dike. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku têkbirina DAIŞ’ê nayê wateya bi dawîbûna wê û wiha gotin: “Ji ber ku fikrê wê yên tundraw û şandeyên wê yên veşartî hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûye. Şêniyan banga tinekirina fikrê DAIŞ‘ê bi rêya dayîna semîneran û xurtkirina prensîbên biratiya gelan kirin. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedarên navçeya Girkê Legê, tecrîda li dijî Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tecrîdkirina fikrê demokrasî û biratiya gelan nav kirin. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Heft salên dijwar ne weke dilê welatiyên Sûriyê derbas bûn, niha dê saleke din lê zêde bibe. Gelê Sûriyê di nava van salan de bû qurbanê siyasetên qirêj û berjewejdiyên hêzên herêmî û cîhanî. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî nebeşdarbûna hin partiyên Kurdî ji civîna ku KNK‘ê ji bo wê bang kiribûn, rexne kir û anî ziman ku pêwîste hêzên siyasî yên Kurdî li tevahiya Kurdistanê li derdora hêzên xwe yên leşkerî kom bibin û ji bo misogeriya mafê gelê Kurd tevbigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Di gel derbasbûna salekî li ser dagirkirina Efrînê de, dayikên Efrînê yên li li Şehbayê dimînin, hêz û îsrara xwe ya berxwedanê bi lehengiya zarokên xwe yên şervan ên li Efrînê ve girêdan û gotin: "Madem li Efrînê şervan hene, bi teqez em ê vegerin." ( BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA