QSD: Di nava 24 saetan de 43 terorîst hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de 43 terorîstên DAIŞ‘ê hatin kuştin.

QSD: Di nava 24 saetan de 43 terorîst hatin kuştin
13 adar, 2019   20:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand û encamên şerê 24 saetên dawî li gundê Baxozê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;

"Hêzên me çalakiyên xwe yên li dijî bargehên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê didomîne. Di gel şerên dijwar bi terorîstan re şervanên me pêş de diçin. Şervanên me hemû cûre çek bi kar anîn û nuqteyên nû ava kirin. Terorîstan xwestin êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, lê şervanên me bersiv dan û êrîş şikandin û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Li eniyekî din, şervanên me li dijî bargehên terorîstan çalakî pêk anîn, li ser vê yekê şerên dijwar derketin. Di şer de hejmarek mezin a  terorîst hatin kuştin, her wiha hêzên me hin nuqteyên din ava kirin. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargeh û kombûnên terorîstan kirin hedef.

Şervanên me li dijî bargeh û kombûnên terorîstan çalakî kirin, di encamê de şerên giran qewimîn. Di şer de 43 terorîst hatin kuştin. Li ser vê şikandinê, terorîstan êrîşên xwekujî pêk anîn, 8 êrîşkaran xwe li nêzî bargehên me teqandin, di encamê de 4 şervanên me şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn."

(şx)