Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêziknameya Desteya Perwerdeyê û Fêrkirinê erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînekê de şêwirmendek nû erkdar kir û rêziknameya desteyekê erê kir.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser rêziknameya Desteya Perwerdeyê û Fêrkirinê erê kir
13 adar, 2019   17:42

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca erêkirina rêziknameya desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û erkdarkirina şêwirmendek nû civînek li dar xist.

Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî li dar ket. Di civînê de hevserokatiya meclisê Sîham Qeyro, Ferîd Etî û cîgirên wan, hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko, Receb Rl-Mişref û piraniya endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre kurtexebatên celseya berê hate xwendin. Endamê Meclisa Giştî Hekem Xelo şêwirmendê nû yê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat hilbijartin.

Bi vê yekê Hekem Xelo li rex her du şêwirmendên ku meclisê di demek berê de erkdar kirine Ferhad El-Şiblî û Rohlat Arêf, dibe şêwirmendê sêyemîn ê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Paşê rêziknameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji hêla Yasêr Silêman cîgirê hevbserokatiya Meclisa Giştî ve hate xwendin. Endamên meclisê, hevserokatiya Meclisa Giştî û hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê bendên rêziknameyê nîqaş kirin û hindek guhertin tê de çêkirin.

Piştre rêzikname ji hêla endamên Meclisa Giştî ve hate erêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya demekê rêziknameya 9 desteyan erê kir. Bi erêkirina rêziknameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê re erêkirina tevahiya rêziknameyên desteyên Rêveberiya Xweser bi dawî bûn. Tenê erêkirina Buroyên Rêveberiya Xweser mane û dê di celseyên bê de werin erêkirin.

(şx)

ANHA