Li Girê Spî mîhrîcana zarokan

Rêveberiya dibistana Şehîd Ehmed Yasîn a bajarê Girê Spî mihrîcanek gelêrî ji bo zarokan bi tevlibûna 13 tîmên dibistanên kantonê û Kobanê organîze kir.

Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
Li Girê Spî mîhrîcana zarokan
13 adar, 2019   17:15

GIRÊ SPÎ

Dibistana Şehîd Yasîn Ehmed a girêdayî Navenda Perwerdeyê ya Kantona Girê Spî bi armanca vedîtina behreyên zarokan û dûrxistina wan ji rewşa şer, mihrîcanek gelêrî ji bo zarokan organize kir. Bi sedan malbatên xwendekaran û mamosteyên kantonê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mihrîcanê de 13 tîm ji dibistanên kantona Girê Spî û Kobanê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Her wiha di mihrîcanê de komên beşdar berhemên xwe yên hunerî ji şano, govend û stranên gelêrî pêşkêş kirin. Zarokên beşdar bûn bi rêya berhemên xwe wijdana cîhanê muxeteb girtin û bang li rizgarkirina zarokatiyê ji encamên şerên ku li Sûriyê rû didin, kirin.

Di dawiya mihrîcanê de tevahiya komên beşdarvan govendek gelêrî pêşkêş kirin û bi rêya wê hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave kirin.

(şx)

ANHA