‘Êrîşên li ser saziyên jinan êrîşên li ser jinên Sûriyê ne’

Jinên ku di civîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kom bûn, helwestên xwe li dijî girtina navenda RJAK’ê nîşan dan û gotin ev êrîşên li ser saziyên jinan, êrîşên li ser hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

‘Êrîşên li ser saziyên jinan êrîşên li ser jinên Sûriyê ne’
13 adar, 2019   11:47

QAMIŞLO

Navenda Tevgera Azadî û Rêkxirawî Jinanî Azadî Kurdistan (RJAK) ku ji sala 1997’an ve li Iraq û Herêma Kurdistanê xebatan ji bo maf û azadiya civak û jinan didin meşandin, bê hincet ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hate girtin.

Tekildarî mijarê sekreterta giştî a Partiya Pêşarojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û seroka Şepêla Pêşarojê ya Kurdistanê Narîn Metînî ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku êrîşên li ser saziyên jinan, nayên qebûlkirin.

Hevrîn Xelef di destpêka axaftina xwe de anî ziman kombûna hemû sazî û rêveberiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca avakirina tevgereke nû ji rêxistinên jinan û yekitiya jinan, hatiye lidarxistin û ev tişt got: “Ji derdorê êrîşên li ser saziyên jinan tên nîşandan. Ev êrîş tu carî nayên qebûlkirin. Her êrîşêke li ser jinan, dibe êrîşeke li ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Pêwîst e jin li hemû derê cih xwe bigirin û bikarin civakê bi pêş bixin.”

Hevrîn Xelef anî ziman ku hedefgirtina rêxistinên jinan hedefgirtina civakê ye û wiha got: “Bingeha avakirina civakê jin in. Ev kiryarên ku tên kirin jî li dijî vîna jinan in.”

‘Bi van êrîşan nikarin vîna jinan bigirin’

Seroka Şepêla Pêşarojê ya Kurdistanê Narîn Metînî girtina saziya RJAK’ê şermezar kir û ev tişt got: “Dijminatiya desthilatdaran ser saziyên jinan dewam dike. Îro jinên Kurd bûne sembola aştî û azadiyê li cîhanê. Ji ber vê girtina saziyên jinan ne rast e. Jin civakê ava dikin. Rejîmên desthilatdar li her çar parçeyên Kurdistanê jinan hedef digirin. Daxwazên wan li ser çanda koletiyê ne. Girtina saziyên jinan tirsa desthilatdaran nîşan dide.  Dizanin ku dema jin azad bibin, dê civak jî azad bibe. Bi van şêwazan nikarin pêşiya vîna jinan bigirin.”

Hejaye bibîrxistinê ye ku hêzên asayîşa parêzgeha Silêmaniyê di Mijdara 2018’an de jî navendên Tevgera Azadî yên Kelar, Kifrî, Koyê û Ranyayê girtibûn. Asayîşê her wiha tabelaya navenda Tevgera Azadî ya Silêmaniyê jî daxistibû.

ANHA