‘PYD di pêkanîna biratiya gelan de bi roleke girîng rabû’

Kongreya yekemîn a PYD`ê ya li ser asta kantona Qamişlo, bi axaftinên nûnerên şandeyên beşdar dewam dike.

‘PYD di pêkanîna biratiya gelan de bi roleke girîng rabû’
‘PYD di pêkanîna biratiya gelan de bi roleke girîng rabû’
‘PYD di pêkanîna biratiya gelan de bi roleke girîng rabû’
‘PYD di pêkanîna biratiya gelan de bi roleke girîng rabû’
‘PYD di pêkanîna biratiya gelan de bi roleke girîng rabû’
13 adar, 2019   12:16

QAMIŞlO

Bi dirûşma "Bi rêveberî û birêxistinkirinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin" Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li ser asta kantona Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna 700 delegeyan tê lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso axaftina destpêkê kir.

Di kongreyê de, bi navê şandeyên beşdar di nav de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ibêd li ser rola partiyê di birêxistinkirina civakê de axivî û wiha got: "Ev partî bi saya şehîdan hate avakirin, her wiha ev partî ku bû bingeha civakan, ji ber ku ji bo birêxistinkirina civakê tê dikoşe û dikaribû biratiya gelan û rêgeza neteweya demokratîk li Sûriyê bi cih bike.”

Bi navê Kongreya Star a kantona Qamişlo Şaha Xelîl axivî û wiha got: "PYD partiyeke siyasî, rêxistinî û civakî ye. Civaka li Sûriyê bi rêxistin kir û beşdarî parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bû."

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Xelîl jî axivî û got PYD`ê roleke aktîf li Sûriyê lîst û hêvî dikin ku ev têkoşîna wê li hemû Sûriyê belav bibe.

Kongre bi xwendin û nîqaşên rapora salane ya partiyê û buroyên jinan ên partiyê dewam dike.

Tê payîn ku kongre bi biryaran û bernameya karê salane û hilbijartina meclisa rêveber û hevserokên rêxistinên partiyê li Dêrik û Qamişlo bi dawî bibe.

(jo)

ANHA