Yekemîn kongreya PYD`ê ya Qamişlo dest pê kir

Kongreya yekemîn a PYD’ê bi dirûşma "Bi rêveberî û birêxistinkirinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin" a li ser asta kantona Qamişlo, dest pê kir.

Yekemîn kongreya PYD`ê ya Qamişlo dest pê kir
Yekemîn kongreya PYD`ê ya Qamişlo dest pê kir
13 adar, 2019   10:05

QAMIŞLO

Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li ser asta kantona Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan dest pê kir. 700 delege ji herêm û navçeyên kantonê, her wiha şandeyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûne.

Di kongreyê de hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso axivî, lidarxistina kongreyê pîroz kir û wiha got: "Lidarxistina kongreyê berhemên têkoşîna partiyê ya 14 salan e ku em navê partiya şehîdan lê dikin. Partiya me li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk û pîvanê biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyan de hatiye avakirin.”

Ayşe Hiso li ser hewldanên Tirkiyê ku dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin, ev tişt got: “Dewleta Tirk a dagirker Bab, Cerablus û Efrîn dagir kiriye û li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e." Her wiha Ayşe îşaret bi serkeftinên QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li baregeha çeteyan a dawîn li Dêrazorê kir.

Ayişe Hiso bang li nûnerên kongreyê kir ku xebatên rêxistinî û di nav de xurtkirina rola partiyê di aliyên siyasî û civakî de xurttir bikin.

Li gorî komîteya amadekar, dê raporên salane werin xwendin û kar û xebatên partiyê werin nirxandin ,her wiha dê rapora xebatên jinan di nava partiyê de were xwendin.

Tê payîn ku di kongreyê de biryar werin dayîn, her wiha bernameyên xebatên salekê werin diyarkirin û Meclisa Rêveber û serokatiya rêxistinên partiyê li herêma Qamişlo û Dêrikê werin hilbijartin.

(bx)

ANHA