Gulê Selmo… bi têkoşîna xwe bû dayika bi hezaran şehîdan

Têkoşer Gulê Selmo bi têkoşîn û keda xwe ji bo belavkirina fikra rizgarkirina jinan û xelaskirina gel ji sîstemên desthilatdar, bû dayika bi hezaran şehîdan.

Gulê Selmo… bi têkoşîna xwe bû dayika bi hezaran şehîdan
Gulê Selmo… bi têkoşîna xwe bû dayika bi hezaran şehîdan
Gulê Selmo… bi têkoşîna xwe bû dayika bi hezaran şehîdan
Gulê Selmo… bi têkoşîna xwe bû dayika bi hezaran şehîdan
Gulê Selmo… bi têkoşîna xwe bû dayika bi hezaran şehîdan
Gulê Selmo… bi têkoşîna xwe bû dayika bi hezaran şehîdan
13 adar, 2019   09:09

TOLÎN HESEN - HENAN MIHEMED / HELEB 

Îro 13`ê Adarê ye anku salvegera 4`emîn a şehadeta endama Yekitiya Star (Kongreya Star a niha) û endama Meclisa Gel a Helebê Gulê Selmo ye. Gulê nîvê temenê xwe ji bo belavkirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas kir. Gulê Selmo ji bo rizgarkirina jinan û xelaskirina gel ji sîstema ku nasnameya gelê Kurd tune kiribû, serî hilda.

Jidayikbûn û rêwîtiya wê ya têkoşînê

Gulê Selmo sala 1961`an li gundê Qetma yê girêdayî navçeya Şera ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Gulê 4 xwişk û sê birayên xwe hene û Gulê ya herî biçûk e.

Gulê Selmo ji ber zîhniyeta baviksalar û kevnevşopên civakê di wê demê de, nikaribû xwendina xwe temam bike, tevî ku hezkirina xwe pir ji xwendinê re hebû.

Piştî Gulê Selmo bi Mihemed Ceber re dizewice, ji ber rewşa madî berê xwe didin taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê. Piştre jî berê xwe didin taxa Şêxmeqsûd, di beşa wê ya rojava de bi cih dibin. Gulê Selmo ji ber pirsgirêkên tenduristiyê zarokên wê çênabin.

Di dawiya salên 80`yî de, Gulê bi rêya cîranên xwe fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û bi vê yekê re Gulê erka ku li ser milê wê dikeve, wek jinekê nas dike.

Ji ber girêdana wê bi fikrên Ocalan re, beriya sala 1996`an tev li komîteya xizmetguzariyê ya taybet bi çalakiyên boneyên niştîmanî û komkirina alîkariyên madî û lojîstîkî dibe. Di sala 1996`an de jî Gulê Selmo xebatên xwe berfireh kirin û bû berpirsyara herêma El-Şiqeyif ku bi “Heqil Remî” a Helebê tê naskirin. Di 15`ê Çileya 2005`an de, piştî Yekitiya Star hate avakirin, Gulê Selmo li Helebê dibe çalakvana Yekitiya Star.

Hevrêya Gulê, Mewlîda Silêman têkildarî Gulê wiha dibêje: “Di sala 1997`an de, em ji bo amadekariyên 15`ê Tebaxê hatin amadekirin. Her yek ji me, ji bo komkirina alîkariyan armancek danî pêşiya xwe. Her kesî tiştên ku jê hatin xwestin kom kirin. Tenê Gulê alîkarî zêdetir kom kir. Armanca Gulê, danasîna fikra rizgariyê bû. Wê ne tenê di çarçoveya karê xwe de xebat dida meşandin, di heman demê de karên din jî dikirin. Heybet û hêza xwe di kar de, bandoreke mezin li her kesî kiribû.”

Mewlîda wiha behsa bîranîneke şehîd Gulê Selmo kir: “Rojekê dema Gulê serdana dayikan dike, dayik ji wê pirs dikin tu çima ew qas ked didî û zarokên te jî tune ne ku mîrasa te bigirin. Gulê wiha bersivê dide; hemû zarokên Şêxmeqsûdê zarokên min in, ji ber wan ez kedê didim da ku tiştên em jê mehrûm bûn, ew bistînin.”

Hedefgirtina Gulê

Di destpêka sala 2012`an de, piştî avakirina Meclisa Gel li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, Gulê tev li meclisê dibe û tê de roleke çalak lîst. Di heman demê de, Gulê Selmo roleke girîng di nava Yekitiya Star de jî bi cih anî. Ji ber cesareta wê û birêxistinkirina kar, Gulê Selmo erka birêxistinkirina firneyan di taxê de digire ser xwe.

Di demekê de ku şêniyên taxê li dijî komên girêdayî ajandeyên derve di hundirê taxa Şêxmeqsûd de rabûn, komên çekdar 10`ê Adara 2012`an tax hedef girt û hewl dan ku yek ji rojnamevanên ku sûcên çeteyan belge dikirin, birevînin. Wê demê Gulê Selmo jî bi wî rojnamevanî re bû, Gulê rojnamevan rizgar kir û nehişt ku komên çete wî birevînin. Lewre çeteyan gule li Gulê Selmo reşandin û di encamê de di serê xwe de birîndar bû.

Gulê Selmo piştî birîndarbûnê, rakirin Nexweşxaneya Henan a taxa Eşrefiyê ya Helebê. Tevî hemû hewldanan jî, Gulê Selmo di 13`ê Adara 2012`an de şehîd bû. Şehîd Gulê bi merasîmeke biheybet bi amadebûna bi hezaran şêniyên Helebê, li gundê xwe Qetma hate veşartin.

Şêniyên taxê ji bo tolhildana şehîd Gulê Selmo, hemû komên çete ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derxistin. Ji wê demê heta niha, her du taxan diparêzin.

Gulê… di nava taxa Şêxmeqsûd de hîna zindî ye

Ji bo bîranîna şehîd Gulê Selmo, kolana ku Gulê Selmo tê de şehîd bû, navê wê lê kirin. Her wiha wêneyên têkoşer Gulê li tevahiya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine daliqandin.

Di 25`ê Hezîrana 2015`an de, jinan taxa Şêxmeqsûd bi merasîmeke leşkerî tabûra Hêzên Parastina Civakî bi navê Gulê Selmo ragihand. Di tabûrê de, 60 jin ji hemû pêkhateyên taxê Kurd, Ereb û Tirkmen di tabûrê de cihê xwe digirin û heta niha bi erkên xwe di nava HPC-Jin de radibin. Her wiha tabûra Gulê Selmo roleke mezin li rex şervanên YPG û YPJ`ê di êrîşên 16`ê Sibata 2016`an de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lîst.

Di 16`ê Tebaxa 2015`an de, Kongreya Star komîngehek ji bo 6 komînan (Komîna Şehîd Vajîn, Berfîn, Axîn, Ozgur û Sema) vekir û ew xet bû xeta şehîd Gulê Selmo. Di heman demê de, çerxerêya di navbera taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê de bi navê Gulê Selmo hate vekirin.

Di 18`ê Gulana 2018`an de, cenazeyê şehîd Gulê Selmo ji Goristana Şehîd Refîq re hate veguhastin. Bi vê yekê re, Gulê Selmo yekemîn şehîd bû ku li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna yê navçeya Şera  tê veşartin.

Hevrêya şehîd Gulê, Mewlîda Silêman wiha got: “Zarokên Gulê çênebûn, piştî şehadeta wê bû dayika bi hezaran şehîdên Rojava.”

Hevjînê şehîd Gulê Selmo, Mihemed Ceber jî wiha axivî: “Piştî ku Gulê fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera rizgarkiriya Kurdistanê nas kir û bi xeta şehîdan ve hate girêdan, lewre têkoşîneke mezin da meşandin, ji ber ku bawer bû ew li ser rêya rast dimeşe.”

Hêjayî gotinê ye ku Gulê Selmo yekemîn çalakvana Yekitiya Star e ku şehîd dibe.

(kc)

ANHA