Çeteyên Tirk nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê topbaran dikin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji gundê Oşlî yê gundewarê bajarê Babê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê El-bûgazê topbaran dikin.

Çeteyên Tirk nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê topbaran dikin
12 adar, 2019   19:48

MINBIC

Çavkaniyek leşkerî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk ji gundê Oşlî yê gundewarê bajarê Babê bi çekên giran êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê El-Bûgazê rojhilatê bajarê Babê dikin û topbaran heya niha berdewam e û ti agahî derbarê ziraran de nehatiye bidestxistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên “Mertala Firatê” êrîşên xwe li ser nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê di van demên dawîn de û bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê zêde kirine.

(şx)

ANHA