PYD’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiyek li dar xist

PYD’ê li kantona Girê Spî ji bo piştgiriya parlamenter Leyla Guven ku ev 125 roj e di grevê de ye, çalakiyek li dar xist.

PYD’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiyek li dar xist
PYD’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiyek li dar xist
PYD’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiyek li dar xist
PYD’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiyek li dar xist
PYD’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiyek li dar xist
PYD’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiyek li dar xist
12 adar, 2019   13:46

GIRÊ SPÎ

Ji bo piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven ku ev 125 roj e di grevê de ye, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Girê Spî çalakiyek li Qada El-Elemli ya bajarê Girê Spî bi beşdarbûna bi sedan şêniyan li dar xist.

Şêniyan deqeyekê rêz girt, paşê bi navê Buroya Jinan a PYD`ê Narîn Ebdilrehman, bi navê Kongreya Star Dîlan Hesen û bi navê Navenda Çand û Hunerê Fewaz El-Qiran axivîn.

Axaftvanan berxwedana parlamenter Leyla Guven silav kir û diyar kir ku jinan li dijî zilmê serî hilda û berxwedana wan li hember rêxistinên dîktatorî her roj bilindtir dibe û her wiha soza dewamkirina rêya berxwedana Leyla Guven heta pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da.

Çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

(jo)

ANHA