ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.03.2019
12 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê û rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê bi hevkarî û koordîneya YPG`ê dê çalakiyeke kernevalî li Stada Şehîdên 12’ê Adarê di salvegera 15`emîn de ya Serhildana Qamişlo li dar bixe. saet 10:00`an. (BIWÊNE Û DÎMEN)

-Gelek rêxistinên siyasî ji bo bîranîna Serhildana 12’ê Adarê li hola Firatê ya bajarê Kobanê panelek orgenîze kirine. saet 13:00`an. (BI WÎNE Û DÎMEN)

-Bi boneya salvegera Serhildana Qamişlo Meclisa Herêma Efrînê li Kampa Berxwedana daxuyanî dide saet 11:00`an. Bi heman mebestê dê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Şêxmeqsûdê li ber avahiya partiyê li beşa Xerbî daxuyaniyekê bide. saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê ji bo bîranîna şehîdên 12’ê Adarê, serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrik û gundê Ebarî dikin. saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmqsûd a Helebê merasîma sersaxiyê jimalbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re li qada Şehîdan orgenîze dike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ruxmî destpêkirina tevgera aştiyane ya Sûriyê di Adara 2011`an de lê Serhildamna Qamişlo bi awayekî ne yekser bandor di şikandina benda tirsê ya gelê Sûriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bûyerên Serhildana 12’ê Adarê hîna di bîra her şahidekî wê komkujiyê de ye. Sela Biro ji dema wan bûyeran de serdana stadê nekiriye. (BIWÊNE Û DÎMEN)

Her du şêniyên ji pêkhateya Turkman ên şiî ji Tilefer ê Iraqî, spasiya QSD`ê kirin ji ber ku zarokên wan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Serêkaniyê şehîd Rakan Silêman El-Şêx li Goristana Şehîdan a Til Temirê oxir dikin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Di 12`ê Adara 2004`an de rêjîma Baas hewl da fîtneyekê di navbera gelê Kurd û Ereb de derbixe. Lê komploya rêjîma Sûriyê têk çû û îro stad veguheriye cihekî ku yekîtiya tevahiya pêkhateyên herêmê nîşan dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Nivîskar û şîroveker Hisên Umer destnîşan kir ku serkeftina ku dê QSD li dijî DAIŞ`ê bi dest bixe, dê bandor li tevahiya cîhanê bike û got: “Dê raya giştî ya cîhanê û hikumetên rojavayî heya demekê mijul bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama Buroya MSD`ê ya şaxê Helebê got: "Li Sûriyê tevliheviyek giştî heye. Mudexeleyên derve yên dewletên herêmî rewşa Sûriyê girêktir dikin û Sûriyê kirine qada tesfiyekirina hesabên xwe."(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-`Hemleya greva birçîbûnê ya parlamenter Leyla Guven dengvedaye. Leyla bi berxwedana xwe isbat kir ku jin xwedî vîn in` bi van gotinan jinên Şêxmqsûd berdewama piştgiriya çalakiya Leylayê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Jina ciwan a filistinî Nedye Semûr got gelê Filistinê bi hewcedariya fikra azad e ku azasiya gelên bindest û jinê armanc dike ne mîna fikrên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine rûniştandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA