`Serhildana Qamişlo benda tirsê şikand`

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk Telal Mihemed di bîranîna şehîdên Serhildana Qamişlo de axivî û got: “Serhildana Qamişlo şert û merc ji gelê Sûriyê re amade kir da ku benda tirsê bişkînin.”

`Serhildana Qamişlo benda tirsê şikand`
11 adar, 2019   19:58

QAMIŞLO

Siyasetmedarên Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê  li ber buroya partiyê ya li bajarê Qamişlo kom bûn û şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn.

Endamên partiyê ji bo bîranîna şehîdan mûm vêxistin. Di merasima bîranînê de hevserokê partiyê Telal Mihemed axivî.

Mihemed di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Sibe salvegera 15’mîn a Serhildana Qamişloyê ye. Di 12`ê Adara 2004`an, di maça  navbera tîmên Fitiwe ya Dêrazorê û Cîhad a Qamilo rêjîma Sûriyê bi guleyan êrîşî şêniyan kir. Em hemû dizanin ku hişmendiya rêjîma Sûriyê li ser tevliheviyê ava bûye. Ji ber wê gelê Kurd li dijî van kiryaran serî hilda."

Mihemed diyar kir ku rêjîma Sûriyê hewl da tevliheviyê û fîtneyê di navbera pêkhateyên Rojava de derbixe û wiha got: “Piştgiriya hindek çeteyên xwe kir da ku milkên gelê Kurd talan bikin. Di vê rojê de em şehîdên Serhildana Qamişlo û tevahiya şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr tînin. Em dibêjin şehîd rêberên me yên manewî ne û ew hertim di bîra me de zindî ne."

Mihemed destnîşan kir ku Serhildana Qamişlo li tevahiya bajar û navçeyên Rojava û gelek bajarên Sûriyê mîna Heleb û Şamê belav bû û wiha pê de çû: “Gel bi serhildanê benda tirsê şikand û zemîna şoreşa Sûriyê di 15`ê Adara 2011`an de û destpêkirina Şoreşa Rojava amade kir. Gelê Kurd bi vîna xwe li hember rêjîma Sûriyê û binpêkirinên wê sekini. Gelê Kurd ji cîhanê re isbat kir ku ew gelek aştîxwaz û demokratîk e. Îro di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi tevahiya gelên din ên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi rêveberiyek xweser û hêzek leşkerî ku ji ciwanên tevahiya pêkhateyên herêmê pêk tê  re dijîn."

Di dawiyê de hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed berxwedana parlamenter Leyla Guven û tevahiya şervavan di eniyê şer ên li Baxozê şer dikin silav kir.

(şx)

ANHA