TEV-DEM: Serhildana 12’ê Adarê zemîna Şoreşa Rojava ava kir

Koordînasyona  TEV-DEM’ê di derbarê serhildana 12’ê Adarê de daxuyaniyek da. Koordînasyonê diyar kir ku serhildana 12’ê Adarê zemîna Şoreşa Rojava ava kir û neguhertina siyaseta Rejîmê ya li dijî Kurdan ew anî asta têkçûnê. 

TEV-DEM: Serhildana 12’ê Adarê zemîna Şoreşa Rojava ava kir
11 adar, 2019   12:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk  (TEV-DEM), di derbarê 12’ê Adarê roja serhildana Qamişlo daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku serhildana Qamişlo zemîn ji Şoreşa Rojava re ava kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye;

“Beriya 14 salan di 12’ê Adara 2004’an de tîma futbolê ya Qamişlo û tîma futbolê ya Dêrazorê li yarîgeha Qamişlo maçek pêk lîst. Di wê maçê de hin komên şovenîst provokasyonek pêk anî. Di wê provokasyonê de ji 40’î zêdetir Kurdan û her wiha hinek leşker û polêsan jiyana xwe ji dest da. Kesên ku di encama vê provokasyonê de, di êrîşa leşker, polês û hin Erebên şovenîst de şehîd bûne, em bi minetdarî bi bîr tînin.

Têkiliyên gelên Kurd û Ereb bi qasî 20 salan dema ku rêber Apo li Sûriyê ma, bêyî pirsgirêkeke mezin berdewam kir. Pêşveçûna têkiliyên Kurd-Ereban li ser esasê hevnasînê, zemîneke jiyanake biratiyane ava kiriye. Her çend hebûna Kurdan bi awayekî fermî nehatibe qebûlkirin û statuya wan nehatibe naskirin jî, geşbûna têkiliyan ji bo pêşerojê zemîneke erênî derxistiye holê. Lê bele piştî ku Rêbertî ji Sûriyê derket û Komploya Navdewletî pêk hat, Sûriyê berê xwe da polîtîkayên li dijî Kurdan. Van polîtîkayan şovenîzma li dijî Kurdan bi xwe re derxiste holê. Qetlîama 12’ê Adarê jî wek encameke van polîtîkayan pêk hat. Dûre, Sûriye bi qeyranên siyasî û civakî re rû bir û ma û ji sala 2012’an ve kete nav hilweşîneke mezin. Li şûna ku dewleta Sûriyê qîmetê bide têkiliyên ku di dema rêber Apo de hatine avakirin, bi dewleta Tirk re têkilî danîn û kete nav dijberiya Kurdan. Vê yeke jî hevsegiyên civakî û siyasî têk birin û kete rewşa îro. Vê rastiyê nîşan daye ku aştî û îstiqrara li Sûriyê, girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina pergaleke demokratîk a li ser esasê biratiya gelan e.

Piştî provokasyona 12’ê Adara 2004’an ku tê de gelek Kurd hatin qetilkirin, Kurdan li hemû bajarên Rojava, Şam û Helebê serî hilda. Berê hêrsa gel kete dewletê, saziyên dewletê hatin şewitandin, dewlet li gelek deveran nekarî derkeve derveyî avahiyên xwe, leşker û polês di qereqol û binkeyên xwe de asê man. Piştî hevdîtinên li gel nûnerên gel, dewletê hinek soz dan û ev serhildan sekinîn. Li şûna ku dewlet di encama van serhildanan de polîtîkaya xwe ya dijberî Kurdan biguherîne, hebûna Kurdan qebûl bike û statuya wan nas bike, helwest û polîtîkayên xwe yên berê berdewam kirin. Bi vî awayî pêşî li têkçûna xwe vekir. 

Serhildanên 12’ê Adarê yên gelê Kurd ên li tevahiya Rojava, Heleb û Şamê, nîşan daye ku xebatên rêber Apo yên li Rojava û Sûriyê gelekî şoreşger ê demokratik afirandiye. Li Sûriyê  nîşanî her kesî daye ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne û êdî ji bo azadiya xwe tê dikoşin. Şoreşa Rojava  ku di sala 2012’an de li Kobanê dest pê kir, serhildanên piştî Qetlîama Qamişlo jê re zemîneke girîng amade kiriye. Serhildanên 2004’an raber kiriye ku gelê Rojavayê Kurdistanê xwe ji nû ve afirandiye û bûye gelek ku ji bo azadiya xwe têkoşînê dike. Di salvegera van serhildanan de em silavên xwe li rêber Apo dikin ku Şoreşa 2012’an afirand û hemû hevrêyên xwe yên ku li her çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne, bi minetdarî bi bîr tînin.

Êdî nikarin provekasyonan bikin

Di sala 2004’an de şovenîstan êrîş kiribû da ku dijminahiya gelên Kurd û Ereb çêkin û qetlîaman li ser Kurdan pêk bînin. Lê belê gele Kurd û şoreşgerên Rojava, ji bo bîranîna şehîdên 2004’an, şoreşa Rojava pêk anî û biratiya gelan jî afirand. Şoreşa Rojava û pergala demokratîk a gelên Bakurê Sûriyê, zîhniyeta şovenîst ku gelan berî hev dide, di nav rûpelên tarî yên dîrokê de çal kir. Êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biratiya Kurd, Ereb û Suryanan hatiye avakirin ku êdî provokasyonên wekî ya 2004’an nikarin lê pêk werin. Niha dema wê ye ku Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin ku careke din dijminahiya gelan lê neyê gurkirin.

Di salvegera Qetlîama Qamişlo de, ji ber dilsoziya bîranîna kesên di wê qetlîamê de jiyana xwe ji dest daye, berpirsyariya me heye ku em Sûriyeyeke demokratîk a li ser esasê biratiya gelan ava bikin. Banga me li hemû gelên Sûriyê, hêzên welatparêz û demokratîk ên Sûriyê û dewleta heyî ye ku ji wê qetlîam û bûyerên di dîroka nêz de, dersekê derxin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk li ser esasê neteweya demokratîk, bi berpirsyariyên xwe rabin.

Serhildanên Qamişlo û îradeya di encama wan serhildanan de derket holê, nîşan da ku serhildan û şehadet bê çine  nabin. Têkoşîna me ya ji sala 2012’an ve û keda şehîdan jî teqez dê Kurdistana azad û Sûriyeyeke demokratîk ava bike.”