Li herêma bêçek şer

Hêzên rejîmê cihên di bin kontrola çeteyên Tirkiyê de yên li “herêma bêçek” bombebaran kirin.

Li herêma bêçek şer
11 adar, 2019   12:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên rejîmê îro serê sibehê cihên li Keferzîta a bakurê Hemayê, Xan Şêxûn, El-Temana başûrê Idlibê, Naciyê û Bedama yên rojavayê bajêr topbaran kirin, her wiha Cebel El-Ekrad, Tirdîn û El-Hedadê yên li bejahiya bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Her wiha komên çete yên Tirkiyê li gundên Laziqiyê cihên hêzên rejîmê li Tila Ebo Esed topbaran  kirin, lê tu agahî der barê zirarê de nehatin zanîn.

Hêzên rejîmê şevên yekşem û duşemê herêmên di agirbesta Rûsya û Tirkiyê de û herêma bêçek topbaran kirin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê herêmên El-Temana yên başûrê bejahiya Idlibê, Cercenaz, El-Sekîk, Um Celal, Um El-Xalxîl, El-Xiwîn li aliyê başûrê rojhilat û rojhilatê Idlibê topbaran kirin. Her wiha gundên bakurê Hemayê Kefirzîta û Morik jî hatin topbarankirin.

Di bombebarana li ser Xan Şêxûn de, 4 kesan, di nav de mêr û hevjîn û zarokeke wan, her wiha çalakvanekî çapemeniyê jiyana xwe ji dest da. Heta niha ji dema pêkanîna îtifaqa Pûtîn û Erdogan de 414 kes hatine kuştin.

Ji destpêka îtifaqa Pûtîn û Erdogan di 17`ê Îlona 2018`an ve di avakirina “herêma bêçek" de topbaran  di navbera her du aliyan de ranewestiyaye. Li gorî bendên îtifaqê ku Tirkiye mîsogera pêkanîna wê ye, diviyabû ku çekên giran li herêma bêçek ji çeteyan bikişandana û paşê heta 15`ê Cotmehê çete vekişandana, lê Tirkiyê îtifaq pêk neanî.

Rûsyayê pir caran diyar kir ku Idlib bûye navenda terorê û Tirkiye şertên îtifaqê pêk nayne.

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam di destpêka sala 2019`an de tevî hebûna nuqteyên çavdêriya Tirkiyê li herêmê, ji sedî 90 xaka Idlibê kontrol kir.

(jo)