‘Konferans di dîroka jinên Tebqayê de dê qonaxeke girîng be’

Jinên beşdarî Konferansa Yekemîn a Rêveberiya Jinan a Tebqayê bûn, destnîşan kir ku dê konferans di dîroka jinên Tebqayê de yên ku êşa bindestiyê dîtine, bibe qonaxeke girîng.

‘Konferans di dîroka jinên Tebqayê de dê qonaxeke girîng be’
11 adar, 2019   12:48

RÛBA EL-ELÎ / TEBQA

Duh Konferasa Yekemîn a Rêveberiya Jinan a Tebqayê hate lidarxistin û jin ji hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî konferansê bûn.

Têkildarî mijarê ajansa me ANHA`yê hevdîtin li gel hejmarek jinên ku beşdarî konferansê bûne, çêkirin û lidarxistina konferansê li hemû jinan pîroz kir, her wiha hêvî kirin ku konferans di dîroka jinên Tebqayê de bibe qonaxeke guherandinê.

Berpirsa Rêveberiya Jinan a li Tebqayê Nesra Abaka destnîşan kir ku konferasê gelek mijarên girîng gotobêj kirin û gelek biryarên girîng dan ku bi rêya wan re dê rewşa jinên li Tebqayê baştir bibe.

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed tekez kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe gavan ber bi azadiya xwe ve û bi taybet di vê demê de ku têkçûna çeteyan nêz bûye, diavêjin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Bi saya şervanên ku efsaneyên qehremanî li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz kirine, jinan rûmeta xwe ya ku çeteyan ji destê wan derxistibû, vegerand."

Der barê nirxandina lidarxistina konferasê de Cîhan wiha rave kir: "Bi rastî jî lidarxistina konferasê gaveke dîrokî ye, ji ber ku jinên li Tebqayê êşa kiryarên çeteyan dikişand û niha bi vîna xwe tevd igerin."

Endama Komîteya Jinan a li bajarê Minbicê Zehîda Ishaq anî ziman ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya ked û berdêlên jinan  gihîştin vê astê.

Her wiha endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Xewla El-Îsa destnîşan kir ku wan wek jinên Reqa û Tebqayê çend salan, êş û zehmetî ji ber kiryarên çeteyan dikişandin.  Xewla di berdewama axaftina xwe de bang li jinên ku xwe ji bo xebata Rêveberiya Jinan a Tebqayê hilbijartine kir ku li gorî berpirsyariyê tev bigerin, jinan bi rêxistin bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

(ekîb)

ANHA