‘Destpêka binketina DAIŞ`ê li Kobanê bû’

Xelîl Ebdî diyar kir ku destpêka binketina DAIŞ` ê li Kobanê bû ku bi saya şervanên QSD’ê îro xetereya herî mezin a li ser cîhanê tune dibe û êdî li Dêrazorê çeteyên DAIŞ`ê tune dibin.

‘Destpêka binketina DAIŞ`ê li Kobanê bû’
11 adar, 2019   07:14

HÊVÎDAR HERANÎ / KOBANÊ

Bijîşk û nivîskarê Kurd ê ji kantona Kobanê Xelîl Ebdî diyar kir ku DAIŞ`ê li Kobanê dest pê kir  û îro li Dêrazorê bi dawî dibe û wiha got: “Çeteyên DAIŞ`ê ku di sala 2014’an de êrîşî bajarê Kobanê kir, lê bi berxwedana bêhempa ya şervanên YPG û YPJ`ê ku bi hemû hêz û îradeya xwe li hemberî çeteyan li ber xwe da û di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê ji çeteyan rizgar kir. Îro jî bi vîn û berxwedana wan bi ser ketin û bi saya şehîdan îro cîhan ji terora DAIŞ` ê hate xelaskirin. Şervanên YPG, YPJ û QSD`ê xetereya li ser tevahî cîhanê rakir û xizmeteke herî mezin ji bo mirovahiyê kir ku piştî bidawîbûna DAIŞ`ê jiyaneke azad û aram were afirandin.”

Xelîl Ebdî bal kişand ser têkilî û destekdayîna dewleta Tirk ji bo çeteyên DAIŞ`ê û wiha pê de çû: “Di destpêkê de bi awayekî veşartî derbasî bajarê Kobanê kirin û komkujiyek pêk anî, di encamê de derdora 300 welatiyên Kobanê şehîd bûn. Her wiha çeteyan DAIŞ`ê yên ku derbasî Kobanê dikirin, li Tirkiyê dihatin perwerdekirin û êdî li pêş çavên cîhanê hate xuyakirin ku bi rêya çeteyan dixwaze ewlehiya herêmê were têkbirin. Gelek caran li herêmên Girê Spî, Reqa û Minbicê hewl da tevliheviyê çêke. Lê piştî ku çeteyên wan li Dêrezorê bi dawî dibin, êdî dewleta Tirk yekser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re dike hedef.”

‘Herêma ewle divê li Tirkiyê were çêkirin’

Xelîl da zanîn ku dagirkeriya dewleta Tirk behsa avakirina “herêmeke ewle” ji bo Sûriyê dike, lê tu mafê wê tune ye ku behsa ewlehiyê bike, ji ber ku ew dixwaze ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev bike û wiha domand: “Zêdetirî wê jî divê behsa ewlehiyê ji bo dewleta Tirk bê kirin, ji ber ku li Bakurê Kurdistanê mafên Kurdan tune kirine û 70 hezar kesên siyasetmedar girtine.”

Ebdî di dirêjahiya axaftina xwe de teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker tenê dirûşmeyeke wê heye; “yek milet, yek welat û yek al” û dibin navê îslamîyetê de rojane kiryarên derveyî îslamê der heqê gelê Efrînê de pêk tîne û ev nirxandin kir: “Çawa herêma Efrînê dagir kir, xwesteka wî ew e ku demografyaya herêmê biguherîne û siyaseta xwe ya dîktatorî li ser gelê Efrînê ferz bike. Di heman demê de serdema dewleta Osmanlî ji nû ve li ser Sûriyê pêk bîne, ji bo wê jî beriya çend rojan gotibûn ku ‘bajarê Helebê yê me ye û divê em tê de werin bicihkirin’, lê tu mafê wan tune ye axa Sûriyê dagir bikin.”

‘Yekbûyîna kurdî girîng e’

Ebdî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kurdên me ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriya Tirk, zarokên xwe kirin qurbanî û wê her bikin qurban. Lê di demeke wisa de dive Kurd û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek heta ku bi yekbûyîneke neteweya demokratîk li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin û xaka xwe ji dagirkeriyê re nehêlin."

ANHA