Plana 12`ê Adarê negihişt armanca xwe

Bûyerên 12`ê Adarê ango serhildana Qamişlo di bîra her Kurdekî de hertim zindî ye. Qezafî Ismat şahidê wê bûyerê ye û deteyên wê rojê bi bîr xistin. Ismate dibêje dîmena zarokên birîndar qet ji bîra wî naçe.

Plana 12`ê Adarê negihişt armanca xwe
11 adar, 2019   05:30

EHMED SEMÎR –MURADA KENDA/QAMIŞLO

Di 12`ê Adara 2004`an de rêjîma Sûriyê hewl da tevlîheviyê di navbera gelê Kurd û Ereb li herêmê derbixe û maça di navbera her du tîmên Fitiwe ya Dêrazorê û Cîhad a Qamişlo de bi kar anî. Di wê bûyerê de 38 kes di nav de jin û zarok şehîd ketin. Li ser wê li tevahiya bajar û navçeyên Rojava, Heleb û paytexta Sûriyê Şamê gelê Kurd rabû ser pêyan.

Lîstokvan û alîkarê koçê kluba tîma Cîhadê ya futbolê Qezafî Ismat (45) yek ji şahidên bûyerên stada Şehîdên 12 Adarê ye. Ismat bûyerên ku rû dane wiha vegot: "Maça di navbera her du tîmên Fitiwe û Cîhad dihat payîn ku di roja Înê saet 14:00`an de destpê bike. Alîgirên tîma Fitiweyê beriya her du tîman ji saetên sibehê ve derbasî stadê bûn. Ya ku bala mirov dikişand ku cara yekê bû ku alîgirên tîma Fitiweyê bi wê hejmara mezin beşdarî maçê dibûn."

Ismat wiha domand: "Wê demê di destên alîgirên tîma Fitiweyê de kevirên reş hebû bi xwe re ji stasyona tirênê anî bûn. Rêjîma Sûriyê dest bi wan nedan tenê tevahiya endamên tîma Cîhad kontrol kirin. Beriya ku maç destpê bike, me amadekariyên maçê kir. Alîgirên tîma me di aliyê çepê yê stadê de bûn, alîgirên tîma Fitiweyê li aliyê rastê bûn û endamên Rêjîmê di navîna stadê de bûn. Beriya ku maç destpê bike alîgirên tîma Fitiweyê bi kevir û çoyan êrîşî alîgirên tîma me kirin. Tevî wê jî endamên rêjîma Sûriyê alîgirên tîma Cîhad derxistin dervayî stadê. Lê alîgirên tîma Fitiweyê hindek revîn û hindek jî di stadê de man. Endamên rejîma  Sûriyê li alîgirên tîma Cîhad dan û binçav kirin.”

Bi fermana parêzgarê Hesekê gule li şêniyan barandin

Qezafî Ismat wiha domand: "Tevahiya lîstokvanên her du tîman ji stadê derketin û endamên rêjîma Sûriyê stad dorpêç kirin. Piştî demekê parêzgarê Hesekê yê wê demê destûr da endamên rêjîmê da ku gule li alîgirên tîma Cîhadê bibarînin.”

Ismat tekez kir ku êrîş plan kiribû, ji ber ku alîgirên tîma Fitiweyê bi hejmarek mezin û di destên wan de kevirên reş hatin û rêjîma Sûriyê jî rê li pêşiya kiryarên wan vekirin. Ismat diyar kir ku bi armanca belavkirina tevliheviyê di navbera gelê Kurd û Ereb de ev tişt hate plankirin.

Her demê ku Qezafî Ismat diçe stada Şehîdên 12 Adarê dîmena du zarokên ku di wê êrîşê de birîndar bûn û çawa ciwanan ji ber dijwarabûna guleberandinê, her du zarok li ser rê danîne hertim tê ber çavên wî.

Ismat destnîşan kir ku kesên ew komplo plan kirine, negihştin armancên xwe û tevahiya hewldanên wan ji bo derxistina fîtneyan di navbera gelê Kurd û gelê Dêrazorê de têk çûne û wiha pê de çû: "Ji berê ve pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan li bajarê Qamişlo bi hev re li ser bingeha biratiyê dijîn. Tu pirsgirêk di navbera wan de tune ye. Dema em diçin bajarên din ên Sûriyê pesna hêzên ku bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin dikin, ji ber ku herêm ji teror û wêrabûnê parastine."

Qehreman Osman yek ji şahidên bûyerên stada Şehîdên 12 Adarê ye. Osman di derbarê bûyerê de wiha got: “Bûyerên ku wê demê rû dan di dema ku tevahiya pêkhateyên herêmê bi hev re dijîn pêk hatin, bi taybet bajarê Qamişlo. Li bajêr  tu cudahî di navbera kesekî de tune ye, rewş wisa ye ku mirov nikare Kurd, Ereb û Suryan ji hev derbixe."

Osman destnîşan kir ku piştî wê bûyerê gelê Qamişlo serî hilda da ku şehîdên xwe yên ku di roja yekemîn de şehîd bûne oxir bikin, lê di dema oxirkirinê de rêjîma Sûriyê bê ser û ber gule li şêniyan berandin û zêdetirî 20 kes şehîd bûn û kesek nedikarî nêzî cenazeyan bibe.

Di dawiyê Osman destnîşan kir ku gelê herêmê neketin xefika ku rêjîmê ji wan re plan kiribû, ji ber ku gel ketibûn ferqa lîstoka Rejîmê û got: “Li vir gelên herêmê bi serketin û îro bajarê Qamişlo tevahiya gelên Sûriyê bê cudahî hemêz dike."

(şx)

ANHA