ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.03.2019
10 adar, 2019   05:00

- Pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-  Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Qonaxa dawîn a ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Komîteya Lihevanînê û MSD`ê merasîma lihevanîna êlên Qoqî û Şêxo yên Serêkaniyê li navenda El-Cemarêk li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şaxê Serêkaniyê şahiyek ji bo xelatkirina hunermendên bi ser ketine, li navenda çandî li dar dixe, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê nasnameyên 2 şervanên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne li kantona Şehbayê eşkere dike, sate 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo şervanê enternasyonalîst GIOVANNI FRANCEISCO ASPRTI yê ji Îtalyayê û şervanê QSD`ê li deriyê Sêmalka oxir dikin, saet 8:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Til Hemîsê û meclisên şaredariyan sersaxî ji malbatên şehîd Xelîl El-Hemdî û Mihemed El-Mizel li gundê El-Hedîbiyê başûrê Til Hemîsê bi 15 km oxir dikin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîrên Efrînê ji cîhanê re peyamekê didin û tê de tekez dikin bi qasî ew bi hewcedariya azadiya gelê xwe ne, pêwîstiya wan bi xwarin û vexwarinê tune ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê diyar kir ku QSD`ê ji bingeheke mirovî û exlaqî gel ji çeteyên DAIŞ`ê xilas kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jiyana zarokê bi navê Mihemed Emûrî piştî ku di encama teqîna mayinekê de ji lingê xwe yê çepê dibe, tê guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Berdevkê MSD`ê Emced Osman tekez kir ku divê siyaseta navdewletî ewlehiya herêmê biparêze û ji bo rêgirtina li pêşiya derketina komên terorîst girtekên pêwîst bigire. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedarên kantona Hesekê banga hevgirtina bi QSD`ê li dewletên cîhanê û hêzên niştîmanî kir. Bi taybet di qonaxa piştî bidawîbûna DAIŞ`ê de ji bo tunekirina hişmendiya wê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven jinên ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê dimeşin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêbeveriya Jinan a Tebqayê 1`emîn konferansa xwe ji destpêka rizgarkirina bajêr ve bi dirûşma `Têkoşîna jinan ji bo azadiyê têkoşîna ji bo azadiya mirovahiyê ye` li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kongreya Star a kantona Efrînê yekemîn dewreyên perwerdeyê yên vekirî ji mêran re li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jineolojî ku bala hemû jinên cîhanê kişandiye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe. Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma got şoreş jî bi rengê jinan bû, pêwîst bû zanist jî ya jinên bûya. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa şerê li dijî DAIŞ`ê, çeteyên biyanî yên di destê QSD`ê de, dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê li Idlibê, geşedanên li Cezayîrê, hevkariya di navbera Iraq û Erebistana Siûdî de ji bo têkoşîna li dijî terorê, gengeşeyên li Yemen û Venezuelayê û hin mijarên din kir.

ANHA