Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyên du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Leyla Ridwan û Mehmûd Merî bi merasîmekê oxir kirin.

Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin
Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin
Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin
Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin
Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin
Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin
Li Minbicê du endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin oxirkirin
9 adar, 2019   18:55

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê cenazeyê du şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbic Leyla Ridewan Xelef (Melek Minbic) û Mehmûd Merî Teqtûq (Nimir Minbic) dema erka xwe ya leşkerî pêk dianîn şehîd bûn bi merasîmekê oxir kirin.

Şêniyan cenazeyê herdu şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Merasîma oxirikinê bi rêzgirtin dest pê kir her wiha endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê toreneke leşkerî lidar xistin.

Di merasîmê de Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û sersaxî ji malbatên herdû şehîdan re xwest û destnîşan kir ku şehîd çirûskên ku rêya gelan ronî dikin û ji bo aramî û ewlehiya gel xwe canê xwe feda dikin.

Her wiha Şervan Derwîş diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi têkçûnê ve diçin û soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan Kefaa Elî axivî û sersaxî ji malbatên herdû şehîdan re xwestin.

Di merasîma oxirkirinê bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq Maşî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha bilêv kir: "Çeteyên DAIŞ`ê di bareghên xwe yên dawî li Dêrazorê de têk diçe. Em ber bi serkefinê ve diçin. Çeteyên DAIŞ`ê ku li tevahî cîhanê teror belav dikirin, li hemer mezinbûna şervanê me têk diçin."

Paşê wesîqeyên şehadeta herdû şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de cenazeyê herdû şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin oxirkirin.

ANHA