Hunermend Mihemed Şêxo hate bibîranîn

Cîgirê hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ehmed Çetlî di çalakiya salvegera bîranîna hunermend Mihemed Şêx de got: "Mîna Mihemed Şêx ji bo me mînak in, ji ber ku dîroka hunera Kurdî xemilandin û asta wê bilind kirin. Ji ber wê cihên xwe di dilê hemûyan de dgirin."

Hunermend Mihemed Şêxo hate bibîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo hate bibîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo hate bibîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo hate bibîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo hate bibîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo hate bibîranîn
9 adar, 2019   18:23

QAMIŞLO

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya  Herêma Cizîrê û Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîr vê êvarê bi sedan şêniyên Qamişlo û hezkiriyên hunermend Mihemed Şêxo di salvegara çûyîna wî ser dilovaniya xwe de,li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi bîr anîn.

Li holê wêneyek Mihemed Şêxo hate daiqandin. Her wiha beşdara mûm li ser dika navendê vêxistin.

Hol bi sedan hezkiriyên Mihemed Şêxo, malbata wî û nûnerên desteyên çand û hunerê yên Herêma Cizîrê qerebeliq bû.

Di merasîmê de cîgirê hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ehmed Çetlî axivî û bixêrhatina beşdaran kir û got: "30 sal derbas bûye, lê hîna hunermend Mihemed Şêxo di dilê me hemûyan de zindî ye. Hîna stranên wî di guhê me de ne."

Çetlî destnîşan kir ku mîna Mihemed Şêxo ji hemûyan re mînak in, ji ber ku dîroka hunera Kurdî xemilandin û pêşxistin. Ji ber wê cihek cuda di dilê hemûyan de digirin.

Çetlî diyar kir ku hunermend Mihemed Şêxo bi rêya stranên xwe êş û azarên gelê Kurd vedigotin, ruxmî ku ji ber stranên xwe ji hêla rêjîma Sûriyê ve dihat girtin.

Cîgirê hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê bal kişand ku Mihemed Şêxo  hertim digot: "Serkeftin para vî gelî ye û azadî layîqî wî ye. Serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne bidesxistin isbat vê yekê ye."

Piştre sinevizyonek girêdayî xebat, berhemên Mihemed Şêxo û beşek ji jiyana wî ya hunerî hate pêşandan.

Paşê bi navê malbata hunermend, Hecî Hemûd Şêxo axivî û behsa taybetmendiyên hunermend Mihemed Şêxo kir û got: "Mihemed Şêxo bi dirûstî dihat naskirin û xwedî exlaq bû. Hemû stranên wî îro pêk tên."

Piştî bidawîbûna axaftinan koma Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo stranên Mihemed Şêxo stran. Ji aliyê xwe ve Yekîtiya Giştî ya Hunermendan a Herêma Cizîrê wêneya hunermend Mihemed Şêxo diyarî navenda Mihemed Şêxo kir.

Di dawiyê de her du komên Zîlan û Nûpelda, hunermend Adam Dogan û Sefqan Orkêş stranên gelêrî û yên Mihemed Şêxo pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA