Jinên ji Baskê tecrubeya Rêveberiya Xweser ji xwe re dikin mînak

Nûnerên Tevgera Jinan a herêma Baskê serdana navenda Meclisa Kantona Hesekê kir. Di serdanê de diyar kirin ku ew tecrubeya Rêveberiya Xweser, bi taybet tecrubeya jinan ji xwe re dikin mînak.

Jinên ji Baskê tecrubeya Rêveberiya Xweser ji xwe re dikin mînak
Jinên ji Baskê tecrubeya Rêveberiya Xweser ji xwe re dikin mînak
Jinên ji Baskê tecrubeya Rêveberiya Xweser ji xwe re dikin mînak
Jinên ji Baskê tecrubeya Rêveberiya Xweser ji xwe re dikin mînak
Jinên ji Baskê tecrubeya Rêveberiya Xweser ji xwe re dikin mînak
9 adar, 2019   12:41

HESEKÊ

Şandeya ji Spaniyayê 7`ê Adarê gihîşt Rojava. Şande ji 6 nûnerên tevgerên jinan ên herêma Baskê pêk tê. Armanca wan ew e ku şoreşa Rojava û bi taybet şoreşa jinan nas bikin.

Şandeyê serdana navenda Meclisa Kantona Hesekê kir. Şande ji aliyê bi dehan jinên kantona Hesekê ve hate pêşwazîkirin.

Li navendê sinevîzyonek der barê herêma Baskê de ku çawa xweseriya xwe xwestin û ji Spanayayê hate veqetandin, hat pêşkêşkirin. Her wiha di serdanê de nîqaşa tundî û zilma li ser şêniyên herêma Baskê û bi taybet li ser jinan hate kirin.

Her wiha hat destnîşan kirin ku armanca wan ji serdana Rojava ew e ku rastiya Rêveberiya Xweser, saziyên jinan bibînin. Nûneran got ew dixwazin bibînin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe çawa bi rêxistin dikin.

Şandeyê teqez kir ku ew tecrubeya Rêveberiya Xweser li Rojava û bi taybet tecrubeya jinan ji xwe re mînak digrin, ji bo bidestxsitina azadî û mafê xwe li Baskê li gorî pîvanên wan tev bigerin.

Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a kantona Hesekê Jiyan Hesen got ew bi serdana şandeyê kêfxweş in û destnîşan kir ku ew wek jinên cîhanê nêzî hev dibin û ji tecrubeyên hev sûdê werdigirin.

Di dawiya serdanê de dirûşmên silavkirina berxwedana jinan a li tevahî cîhanê hatin berzkirin. Tê payîn ku şande serdana gundê Jinwar ê li navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê bike.

(bx)

ANHA