Saziyên xizmetguzariyê li herêmên rizgarkirî bê navber dixebitin

Saziya kehrebeyê ya girêdayî meclisa sivîl a Dêrazorê di kar û xebata xwe de ji bo gihandina kehrebeyê ji şêniyên gundên rojavayê bajêr re dewam dike.

Saziyên xizmetguzariyê li herêmên rizgarkirî bê navber dixebitin
Saziyên xizmetguzariyê li herêmên rizgarkirî bê navber dixebitin
Saziyên xizmetguzariyê li herêmên rizgarkirî bê navber dixebitin
Saziyên xizmetguzariyê li herêmên rizgarkirî bê navber dixebitin
Saziyên xizmetguzariyê li herêmên rizgarkirî bê navber dixebitin
9 adar, 2019   10:29

DÊRAZOR

Li Dêrazorê piştî barîna baranê ya zêde, lehî li hin herêman rabûn. Vê yekê jî bandor li kehrebeyê (elektrîk) kir û hemû kabloyên gihandina kehrebeyê qut bûn.

Werşeyên sererastkirinê xeta li ser rêya di navbera El-Cezrê û bajarê Hesekê de bi dirêjiya 7 km sererast kir. Her wiha şebekeyên li Ebo Xeşeb û gundên derdorê, bi dirêjahiya 460 km sererast kir.

Saziyê li gorî amadekarî û plansaziya xwe ku ew ê di 30 rojan de şebekeyên El-Cezre, El-Bohemîd, Mîlac, El-Boşemis û Xeta Xerbî sererast bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku saziya kehrebeyê ji destpêka avakirina wê ve, zêdetirî 324 bircên kehrebeyê ji nû ve sererast kirin û 150 bircên kehrebeyê li ser rêya Cezrê li gundên Dêrazorê danîn.

Her wiha beşa hawîrdor û parkan a girêdayî Şaredariya Gel 7 hezar û 150 şitil ji gelek cureyên daran peyda kirin da ku di demên pêş de li ser rêyên giştî biçîne.

Beşa Hawîrdor û Parkan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê şitilgeheke çandiniyê bi rûbera 5 donim amade kir da ku sebzeyan lê biçînin.

ANHA