Şahiya 8`ê Adarê li Şehbayê, bi dîmen

Jinên Efrîn û Şehbayê di roja xwe ya cîhanê de nameya israr û berdewamkirina berxwedanê da. Soz dan ku ew ê Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.

Şahiya 8`ê Adarê li Şehbayê, bi dîmen
9 adar, 2019   09:54

ŞEHBA

Jinên Efrîn û Şehbayê tev li şahiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûn. Bi yekitiya xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker li Efrîn û Şehbayê sekinîn û kiryarên derexlaqî li dijî jinan şermezar kirin.

Jinên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûn û li Şehbayê bi cih bûne, êş û zehmetiyên ku rastî wan hatin li beramberî rêya wan a şoreşgeriyê ji azadiya jinan nebû asteng. B hezaran jin daketin qadan û bi yek dengî teqez kir ku ew ê heta dawiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li Efrînê li ber xwe bidin.

Her wiha jin bi cil û bergên xwe yên folklorîk ên kurdî tev li şahiyê bûn û bi vê yekê parastina çanda xwe û kevneşopiya xwe domandin.

Tevlêbûna jinên Şehbayê balkêş bû. Piştî ku hatin rizgarkirin, perwerde dîtin, ji nava girêkên civakê derketin, ji fikrên DAIŞ`ê ji binpêkirina rola jinan di nava civakê de xilas bûn û tev li şahiya mezin a 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bûn.

Nûçegihanên me şahiya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şopand, nêrînên jinên ku tev li şahiyê bûne girtin û ji me re ev rapor amade kirin.

RAPOR: FÎDAN ABDULLAH

DÎMEN : ŞERVÎN MUSTEFA

(bx)

ANHA