Foza Yûsif ji Reutrsê re: Em "Herêma ewle" ya Tirkiyê red dikin

Foza Yûsif got "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina herêma ewle ya bi formaya Tirkiyê red dikin, ji ber ku dê bajar û bajarên Sûriyê yên li ser sînor bixe dorpêçê. Li şûna wê pêşniyarên me ji bo ‘xeta sînor ‘hene."

Foza Yûsif ji Reutrsê re: Em "Herêma ewle" ya Tirkiyê red dikin
8 adar, 2019   15:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di hevdîtineke we de li gel Reutrsê got: "Xeta Sînor divê bi Hêzên Parastina Aştiya Navdewletî ewlehiya herdu aliyan misoger bike. Em texmîn dikin ku ev çareserî ji bo herdu aliyan guncaw e."

Foza Yûsif her wiha got: "Nêrîna me ev e. Di rojên dawî civîn di navbera rayedarên Amerîka û Tirkan de pêk hatin, lê em nizanin di civînan de çi çêbû û çi hatin nîqaşkirin. Lê heta niha me mijar bi vî rengî pêşniyar kiriye."

Foza Yûsif teqez kir ku "Xala sereke ya me di vê mijarê de giraniyê daye ew ku herêmên bi rastî herêmên ewle ne."

Foza di dewama hevpeyvînê de got: "Hebûna hêzên ji nasnameyên cuda li ser sînor dibe ku ji bo her du aliyan, ji bo Tirkiyê û ji bo me jî baş be. Lê destpêkê Tirkiyê gefan li dijî me dixwe, ne em gefan dixum."

Her wiha Foza Yûsif anî ziman ku di diyalogên di navbera wan û rêjîma Sûriyê de ti pêşketên çênebûne û got "Însyatîfên me ji bo çareserkirinê karûbarên rêveberî, siyasî, çandî û hwed bi rêjîmê re hene, lê rêjîmê ji ti bersiv neda."