ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.03.2019
8 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-“Em dayikên ku em 9 mehan rakirin û em parastin, diparêzin. Bila şehadeta min ji bo Efrînê çalakiyeke pîroz be û bila serê we bi min bilind be.” Bi van gotinan û bi çalakiya xwe şehîd Îlan Dara mohra xwe ya dîrokî li Berxwedana Serdemê da. (BI WÊN).

- Rûspiyên Kurd û Ereb nêzîkbûna tunekirina DAIŞ`ê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin û teqez kirin ku bi dawîbûna DAIŞ li Dêrazorê re dê hebûna dewleta Tirk li Efrînê bi dawî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Firatê Ismat Şêx Hesen got, DAIŞ`ê ku desteka xwe ji Tirkiyê digire li ser tevahiya cîhanê xeteriyek bû û diyar kir ku  gelên Bakurê Sûriyê bi pêşengtiya Kurd bi lehengî li hember DAIŞ`ê sekinînin û ew tine kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hikmet El-Hebîb bang li civaka navdewletî kir ku cenqiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi başî bibersivînin û îtîrafê bi rêveberiya ku bi fedekariya gelê herêmê hatiye avakirin, bike. El-Hebîb anî ziman ku di pêvajoya heyî de pêwîste rêjîma Sûriyê bi awayekî cidî diyalogê veke beriya ku dem derbas bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê, jin 8‘ê Adarê pîroz dikin. Di vê çarçoveyê de 3 şahiyên navendî li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê, Kobanê û navçeya Ehdas a Şehbayê, her wiha taxa Şêxmeqsûd a Helebê tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê piştî rizgarkirina wan ji zilmê, di hemû qadên jiyanê û di nava saziyên sivîl û leşkerî de cihê xwe girt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistanê û Ewropayê sala derbasbûyî 8`ê Adarê li kêleka jinên Efrînê pîroz kirin, ku di wê rojê de jinên Efrînê li bi cesaret û vîneke xurt hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê diskenîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA