Jinên herêmên rizgarkirî pêşengiya civakê dikin

Jinên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê piştî rizgarkirina wan ji zilmê, di hemû qadên jiyanê û di nava saziyên sivîl û leşkerî de cihê xwe girt.

Jinên herêmên rizgarkirî pêşengiya civakê dikin
Jinên herêmên rizgarkirî pêşengiya civakê dikin
8 adar, 2019   06:10

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Ji destpêka rizgarkirina bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ve Rêveberiya Jinan li wan herêman hewl dide rewşa jinan ku rastî hemû cureyên îşkenceyê ji destê çeteyên DAIŞ`ê hatin, bi pêş bixe.

Rêveberiya Jinan dest bi avakirina meclis, komîn, vekirina akademiyên bîrdozî û leşkerî kir û derkefetên kar ji gelek jinan re peyda kirin.

Ji tunekirinê ber bi pêşengiyê ve

Rêveberiya Jinan ji îradeya jinên azad a bajarê Reqayê dest bi aktîfkirina rola wan di hemû saziyên sivîl û leşkerî de kir.

Jinên Reqayê di hemû qadên jiyanê yên civakî, siyasî, saziyên sivîl û leşkerî de xwe bi rêxistin kir. Jinan 20 meclis li Reqa û gundên wê vekirin, di nava meclisan de xwe bi rêxistin kir, her wiha 256 komînên jinan vekirin, jin di Rêveberiya Jinan de dixebitin û hemû jinan ji zilmê rizgar dikin.

Ji bo rizgarkirina jinan di aliyê bîrdozî de, endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxe Ebdî wiha got: "Bajarê Reqayê ji DAIŞ`ê rizgar bû, lê hîna tirsa çeteyan di bajar de heye, ev yek bandora wê li jinan jî heye, ji ber vê yekê diviyabû ku dewreyên bîrdozî di nava akademiyên jinên Sûriyê li Reqayê bêne vekirin û heta niha 9 dewre bi dawî kirine."

Rêjeya jinan di saziyan de ji sedî 50 ye

Di saziyên perwerde û Meclisa Sivîl a Reqayê de 4 hezar û 725 jin di navbera saziyên sivîl û leşkerî yên girêdayî meclisê de dixebitin, di nav de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ye ku 2 hezar û 725 mamosteyên Reqayê û gundên wê dixebitin. Jin kiryarên çeteyên DAIŞ`ê der heqê jinan de û qedexekirina perwerdeyê ji bîr nakin, niha ji nû ve zarokên bajêr perwerde dike.

Jinên li Tebqayê jî ji destpêka rizgarkirina bajêr ve, hewl da ku xwe di nava saziyan de bi rêxistin bike, jinan 3 rêveberiyên jinan ku 10 meclisên jin a Tebqayê girêdayî wê ye vekir, jinan di hemû saziyên leşkerî û sivîl de cihê xwe girt, hejmara wan di saziyan de ji sedî 50 ye.

Endama Rêveberiya Jinan Zelîxe Ebdî wiha got: "4 salan jinên Teqayê rastî desthilatdarî û hişmendiya mêr dihat, lê piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD`ê ve, jinên Firatê rabûn serhildanan û toza bindestiyê ji ser xwe avêtin."

Di dawiya axaftina xwe de Zelîxe Ebdî Roja Jinan a Cîhanê li jinên berxwedêr ên li eniyên şer pîroz kir û berxwedana Leyla Guven silav kir.

(jo)

ANHA