Îlan Dara sembola Berxwedana Serdemê ye

“Em dayikên ku em 9 mehan rakirin û em parastin, diparêzin. Bila şehadeta min ji bo Efrînê çalakiyeke pîroz be û bila serê we bi min bilind be.” Bi van gotinan û bi çalakiya xwe şehîd Îlan Dara mohra xwe ya dîrokî li Berxwedana Serdemê da.

Îlan Dara sembola Berxwedana Serdemê ye
Îlan Dara sembola Berxwedana Serdemê ye
Îlan Dara sembola Berxwedana Serdemê ye
Îlan Dara sembola Berxwedana Serdemê ye
Îlan Dara sembola Berxwedana Serdemê ye
Îlan Dara sembola Berxwedana Serdemê ye
8 adar, 2019   05:20

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Di 20`ê Çileya 2018`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kir û derfetên xwe wek duyemîn bihêztirîn artêşa NATO`yê bi kar anîn. Lê şervanên YPG, YPJ û şêniyên Efrînê bi berxwedaneke destanî heya 58 rojan li hember êrîşan sekinîn, heta ku navê `Berxwedana Serdemê` lê hate kirin.

Di dirêjahiya 58 rojan de şervanan zirarên mezin gihandin artêşa Tirk a dagirker. Lê ji ber nehevsengiya hêzan, artêşa Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kir. Bi vê yekê qonaxa duyemîn a berxwedanê li hember dagirkeriyê dest pê kir. Rojane li dijî dagirkeriya Tirk li gund û navenda bajarê Efrînê çalakî têne kirin.

Mîna vê rojê beriya salekê, berxwedaneke nû dest pê kir û di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin. Şervanê Hêzên Antîterorê Îlan Dara li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê çalakiyeke fedayî pêk anî.

Jiyana Îlan Dara

Şehîd Îlan Dara bi rastnav Ehmed Welo, di 1`ê Çileya 1998`an de li gundê Neyrabiyê yê girêdayî kantona Şehbayê ji dayik bûye. Îlan di nav 3 bira û 6 xwişkan de zarokê çaremîn e. Li gundê xwe heya refa 9’an dixwîne û paşê diçe bajarê Helebê da ku xwendina xwe berdewam bike. Ehmed asta amadehiyê diqedîne û salekê di Fakulteya Pîşeyî ya Helebê de dixwîne.

Şehîd Îlan hewl da fêrî zimanê dayika xwe bibe yê ku di dirêjahiya serdemên dawîn de rastî çewisandinê hatiye. Ji ber wê di sala 2014`an de şehîd Îlan bawernameya fêrkirina zimanê kurdî di her du astên yekemîn û duyemîn de werdigire.

Ehmed Welo (Îlana Dara) ji biçûkahiya xwe ve xwediyê kesayeteke hezkirî û bi hêz bû, ken her tim li ser rûyê wî bû û ji zilm û xiyanetê hez nedikir. Şehîd Îlan Dara li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê çalakiyeke fedayî pêk anî û bû sembola Berxwedana Serdemê.

Dema gundê şehîd Îlan Dara rastî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de tê, israr dike ku çek rake, gund û gelê xwe biparêze, lê dayika wî rê nade da ku xwendina xwe temam bike.

Bi dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê gundê şehîd Îlan Dara re, malbata wî koçberî bajarê Helebê dibe. Li wir heya 2 salan dimînin, lê Îlana her tim dixwest li rex ciwanên herêmê şerê dijminan bike. Di 9`ê Mijdara sala 2016`an de Îlan  Dara tev li nav refên YPG`ê dibe.

Piştî tevlêbûnê Îlan Dara, di perwerdeyên leşkerî û bîrdozî re derbas dibe û piştre tev li Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî YPG`ê dibe.

Bi çalakiya xwe ya fedayî 22 şervanan xilas dike

Şehîd Îlan Dara ji destpêka êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li ser Efrînê, tev li Berxwedana Serdemê dibe. Piştî çalakiya fedayî ya têkoşer Avesta Xabûr û dijwarbûna êrîşan li herêma Cindirêsê, Îlan berê xwe dide herêmê.

Di 8`ê Adara 2018`an de anku di Roja Jinan a Cîhanê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li navenda herêma Cindirêsê zêde kirin. Ji sê aliyan ve û bi çekên giran êrîşî herêmê kirin. Şehîd Îlan çalakiya xwe li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê li navenda herêma Cindirêsê pêk anî û 22 şervan ji dorpêçê xilas kirin û bû sembola berxwedanê.

Beriya ku têkoşer Îlan Dara çalakiya xwe pêk bîne, dîmenê xwe qeyd dike û wek nameyekê ji dayika xwe re dişîne. Şehîd Îlan wiha dibêje: "Ew bi xwe hatin, lê derketina wan dê bi vîn û hêza me be. Dem hatiye ku em xaka xwe ji dijminan biparêzin. Em li vir dayikên ku em 9 mehan rakirine û em parastin, diparêzin. Bila çalakiya min ji bo Efrînê çalakiyeke pîroz be û bila serê we bi min bilind be."

`Îlan di dilê me de giyanê fedayî çand`

Hevrêyekî şehîd Îlana Dara û şahidê çalakiya fedayî, Sîwar Mehsûm ji ajansa me re got Îlan di dilê wan de giyanê fedayî çandiye.

Sîwar Mehsûm kêliyên çalakiya Îlan wiha vegotin: "Ji ber ku dagirkeriyê êrîşên xwe yên hawayî zêde kirin, ji aliyê bejahî ve me astengî li hember pêşîgirtina çeteyan dît. Wê demê Îlan biryara çalakiyê dide. Tevî Îlan em 22 şervan, me digot ku em ê hemû şehîd bikevin, lê me nedizanî ku dê mucîzeyek pêk were."

Şehadeta Îlan ji bo Efrînê diyariyek bû

Kurê  apê şehîd Îlan Dara, Talet Welo hindek ji jiyana wî bi şehîd Îlan re bi bîr xist û wiha got: "Me bi hev re li dibistana gund heya refa 9’an xwend. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê gundê me dagir kir, ew koçberî Helebê bûn. Îlan serkeftî bû û di nav hevalên xwe û mamosteyan de dihat hezkirin. Her tim dixwest tev li nav refên YPG`ê bibe, dema ku malbata wî daxwaza wî red dikir da ku xwendina xwe temam bike. Lê dema Îlan binpêkirinên DAIŞ`ê li herêmê bi taybet li gundê wî dibîne, biryara tevlêbûnê dide."

Welo wiha domand: "Piştî ku Îlan tev li YPG`ê dibe, gelek dewreyên perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dibîne. Piştî demekê tev li Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî YPG`ê dibe. "

Xaltîka şehîd Îlan Meryem Welo wiha behsa xwarziyê xwe kir: "Îlan di nav tevahiya xizm, heval û civaka xwe de dihat hezkirin. Ji zilm û xiyanetê nefret dikir. Dema çeteyên DAIŞ`ê derbasî gund dibin, binpêkirinên wan tehemul nekir. Her tim digot ez ê tola xwe ji wan hilînim. Îlan ji ber ku ji welatê xwe hez dikir, çalakiya fedayî pêk anî."

(şx)

ANHA